Bavê Pexşan Ezîzî daxwaza piştevaniyê kir 2025-01-12 16:05:11       NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî erê kir, bavê Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî di peyamekê de ragihand ku sûcdariyên derbarê keça wî de ne rastin  û bang li çalakvanên mafên mirovan û azadîxwazan kir ku piştgiriyê bidin Pexşan Ezîzî.   Bavê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî di derbarê erêkirina cezayê darvekirina keça xwe ya ji aliyê dadgeha Îranê ve peyamek bi dîmen parve kir.   Basvê Pexşan Ezîzî, di peyama xwe de diyar kir ku ew sûdariyên derbarê keça xwe de qebûl nake û anî ziman ku keça wî di karên civakî de xebat kiriye. Bavê Pexşanê di berdewama peyama xwe de wiha got,"  Ez hemû sûcdariyên derbarê keça xwe de red ikim û dibêjim ne rastin.  Ez bang li çalakvan û azadîxwazan dikim ku bibin dengê Pexşan Ezîzî.”   Hêjayî gotinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir ku belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.