Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em bi hev re sedsala nû niqaş bikin 2025-01-12 13:12:10     ENQERE - Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar di 7'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê de axivî û diyar kir ku divê banga Abdullah Ocalan ji aliyê hemû pêkhateyan ve bê dîtin. Çîgdem Kiliçgun Uçar got, "Sedsala ku bi polîtîkayên şer hat windakirin divê careke din neyê windakirin."   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 7'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Enqereyê li dar xist. Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindır, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Psartî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl cihê xwe di kongreyê de girtin.   Li salona kongreyê  dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn û pankartên zer, sor û kesk bi nivîsên "Li hember şere taybet, jin jiyan azadî" û "Riya çareseriya demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd e. azadiya Birêz Abdullah Ocalan e."   Di kongreya ku bi avakirina dîwanê dest pê kir de Serhat Eren û Cemîle Turhalli Balsak ji bo dîwanê hatin hilbijartin.   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di kongeryê de axivî bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Şandeya çûyî Îmraliyê û birêz Ocalan bangawaziyên pir girîng kirin. Divê kesek guhên xwe li van bangawaziyan negire. Partiyên hatine ziyaretkirin, divê bangî hilbijêrên xwe bikin. Divê ev pêvajo ber bi qebûlkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd ve biçe. Li cihekî çareserî ewqas xwe dide ferzkirin de hewceye her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Em bi hev re biaxivin bê sedsala duyemîn dê li ser çi were avakirin."   'Divê Rojava weke hêamaya gefê neyê bikaranîn'   Çîgdemê anî ziman ku di vê serdemê de divê kes berê gelan nede hev, divê em li hev bicivînin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Nabe ku Rojava weke hêmaya gefê were bikaranîn. Pêdiviya me bi rêyekê heye. Gava ewil a vê jî hatine cem hev e. Rejîma qeyûm, dewlet veguherand dewleta qeyûm. Heta li ser keda me jî bi polîtîkayên şer qeyûm hate tayînkirin. Ev pereyên ji berîka me tên derxistin dê ji bo ku derê bên xerckirin? Dê ji bo Rojava an Rojhilata Navîn bên xerckirin? Berê me jî li azadiyan, li aştiyê ye. Ne gotinên berê gel didin hev, divê gotinên mîna birêz Ocalan ên gelan lihev dicivîne bên kirin. Di serdema nû de li Kurdistan û Tirkiyeyê divê her kesên dibin dengê pêkvejiyanê bi destên hev bigirin û em ê banga vê bikin.”