'Heta em şaredariya xwe paşve bigirin em ê li vir bin' 2025-01-12 09:36:27   MERSÎN –Berxwedana nobedê ya ku li diji astengkirina avahiya şaredariyê ya piştî binçavkirina Hevşaredarên  navçeya Akdenîzê û endamên meclîsa şaredariyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Dayikên ku li ber şaredariyê kom bûn, diyar kirin ku heta hevşaredar serbest bên berdan û şaredarî paşve bê girtin ew ê bi biryardarî berxwedana xwe bidomînin.   Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan a di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de û hin endamên meclîsa şaredariyê yên 10'ê Çile di saetên serê sibehê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Polîsan ji saetên sibehê ve avahiya Şaredariya Akdenîzê dorpêç kirin, gel hat ber avahiya şaredariyê û dest bi berxwedanê kir. Berxwedan di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike, welatî ji bo îradeya xwe û protestokirina binçavkirinan serê sibê tên ber şaredariyê û heta derengiya şevê nobetê didomînin.   Piştî ku astengkirina parêzeran hat rakirin karê îfadegirtina hevşaredaran jî hat destpêkirin. Li bendê ye ku kesên di bin çavan de sewkî edliyeya Mersînê bên kirin.   Dayikên ku ji çalakiyê re pêşengiyê dikin bertek nîşanî dorpêçkirina şaredariyê û binçavkirina hevşaredaran dan.   'Nikarin me têk bibin'   Hatîce Aslan: “Çima qeyûman tayîn dikin?  Nikarin me têk bibin, Ger ku kurd bibin yek cîhan nikare me têk bibe. Ji ber ku nikarin tiştekî bikin, bi berdewamî qeyûman tayîn dikin. Çi ji me dixwazin? Em ê li vir bisekinin heta encamekê bi dest bixin, em ê li ser piyan bisekinin. Gelo gava ku hûn bi ser biketa dê wiha bibûya? Ger wusa bûya wê dê qiyamet rakira."   'Ew diz in em ser bilind in'   Kadriye Oguz: “Me bi keda xwe şaredariyên xwe bi dest xistin, me bi zorê ji destê wan negirt. Ew diz in, em ser bilind in, bila şerm bikin. Me tu neheqî li wan nekir, çima destwerdana Kurdan dikin? Êdî bes e, bila kurd ji xwe dûr bikevin. Bila dawî li vê zilmê bînin. Li aliyekî êrîşî Rojava dikin, li aliyê din qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Divê dest ji şaredariyên me berdin. Em ê bi ser bikevin. Heta ku em şaredariya xwe paşve bigirin û hevşaredarên me bên berdan em ê li vir bin."   'Vîna gelê Kurd tê desteserkirin'   Emîne Eren: “Ev 2 roj in em vê çalakiyê didomînin. Em zextên li ser şaredariyên me tên kirin şermezar dikin. Şaredariyên me bi îradeya gel hatin girtin. Neheqiyek mezin li gelê kurd dikin.  Îradeya gelê Kurd tê desteserkirin. Ger edalet û hiqûq hebe divê ev neyê kirin. Li aliyekî tê gotin ku aştî tê xwestin, lê li aliyê din hevşaredarên me tên binçavkirin.  Dema em li televîzyonê dinêrin banga aştî û wekheviyê tê kirin. Heta ku em şaredariya xwe paşve negirin em ê li vir bin."