Komeke din a gel berê xwe da Bendava Tişrînê 2025-01-10 14:37:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke din a şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û piştevaniya bi QSD û YPJ'ê re, berê xwe da Bendava Tişrînê.   Zêdetirî mehekê ye êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê dewam dikin. Di encama êrişan de zirarên mezin li bendavê bûn. Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan û ji bo piştgiriya bi QSD'ê re, li bendavê di nobetê de ne.   Îro jî komeke din ku ji sedan şêniyên li Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê pêk tê, bi heman armancê berê xwe da bendavê.   Til Temir    Li bajarê Til Temirê bi dehan kes li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û berê xwe da bajarê Hesekê.   Dirbêsiye û Zirgan    Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê hatin gel hev, ber bi Hesekê ve bi rê ketin. Xelkê Zirganê jî tevî karwanê xelkê Dirbêsiyê berê xwe da Hesekê.   Amûdê    Karwanê şêniyên bajarê Amûdê jî yekser berê xwe da Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê.   Şedadê    Li bajarê Şedadê jî bi sedan kesî berê xwe da bajarê Erîşê û bi karwanê xelkê Erîşeyê re berê xwe da Hesekê.   Hesekê    Şêniyên bajarê Hesekê li Çerxerêya Panorama ya li başûrê bajar kom bûn û beşdarî karwanên xelkên ji bajarên din ên Cizîrê bûn.   Karwanên gel ên ji wan bajaran ku li Hesekê gihaştin hev, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.