Fîdan Dogan li Elbîstanê hat bibîranîn 2025-01-09 14:49:22     MEREŞ - Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 12’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de peyama: "Em dizanin ku di qetilkirina Sakîne û Fîdan de mejiyê netewe-dewletê hebû."    Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn), bi damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) re li Parîsê hat qetilkirin. Di 12'yemîn salvegera qetilkirina siyasetmedaran de li navçeya Elbîstan a Mereşê Fîdan Dogan hat bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Mereş, Dîlok û Semsûr, gelek welatî beşdarî bi bîr anînê ya li ser gorê bûn.    Girse ji ketina goristanê heta gora Fîdan Dogan meşiya û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî rezgirtinê daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû ve hat dayîn.    Dû re Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor axivî û got: “Fîdan Dogan lêgerîna azadiyê bû. Ew jineke ku bi hişmendiya jinê welatê xwe parasti bû."   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Her çend diviya hikûmeta Fransayê vê qetilkirinê ronî bikira jî, lê dîsa jî ne diyar e kê ev tetîk kişandiye. Em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û Kurdistanê didomînin, em ji Sakîne û Sêvê re diyar dikin ku ev têkoşîn têkoşînek mafdar e. Kuştina li dijî jinê, sûîqasta li dijî azadiya jinê ye. Bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê re dibêjin ku ev bûyereke tecrît e û kiryar nediyar e. Em dizanin ku Sakîne û Fîdan bi hişmendiya netew-dewletê hatin qetilkirin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de bedel dane, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”    Piştî daxuyaniyê, bîranîn bi danîna qurnefîlan li ser gorê bi dawî bû.