Gel paşve gav neavêt: Berxwedana Tişrînê mezin dibe 2025-01-09 09:47:46   Gulîstan Gulmuş    AMED - Rojnameger Rojbîn Denîz da xuyakirin ku her çend di êrişên dewleta Tirk û SMO yên li ser Bendava Tişrîn a Rojava de sivîl bûne hedef jî, gel berxwedana xwe dewam kiriye û dest bi nobetê kiriye û bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û pêşengiya jinan li dijî êrîşan.   Duh bi hezaran welatiyên kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê yên Rojava ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan. Karwanê welatiyên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê ya girêdayî wê, bû hedefa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk. Di vê êrişê de rojnamevan jî di nav de gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.   Rojnameger Rojbîn Denîz li ser van êriş û geşedanên li Rojava nirxand û bal kişand ser girîngiya yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastina Rojava.   'Li derdora Bendava Tişrîn nobedê digirin'   Rojbîn Denîz bi bîr xist ku Bendava Tişrînê hem av û hem jî ceyran dide, diyar kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê gel ji herêmên Cizîr, Tebqa û Reqayê hatin û li derdora bendavê kom bûn. Rojbîn Denîz ev nirxandin kir: “Berî ev êrişên dewleta Tirk dest pê bike, di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û dewleta Tirk û çeteyên wê de şer û pevçûn rû didin. Dema gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçû dengê çekan hat. Piştre dewleta Tirk bi çekên giran û balafiran dor li gel girt. Gel dema nêzî bendavê bû meşa xwe berdewam kir û wê demê êriş pêk hatin. Di van êrişan de 6 kes birîndar bûn û kesek jî jiyana xwe ji dest da. Di nav birîndaran de yên ku rewşa wan giran e jî hene. Di nava birîndaran de rojnamevan jî hene. Lê gel piştî rakirina birîndar û şehîdên xwe meşa xwe berdewam kir. Bêyî ku gav biavêjin dibêjin 'Em ê li vir nobetê bigirin'. Niha jî gel li dora bendavê kom bûne, agir pêdixin, bi ruhê berxwedanê stranan dibêjin û nobedê digirin. Dibêjin heta encamekê negirin ew ê ji vir dernekevin."   'Çi bikin jî nikarin vê berxwedanê bişkînin'   Rojbîn Denîz da zanîn ku êriş ne tenê tenê li Tişrînê hatine kirin, li derdora Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê jî hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca dewleta Tirk dagirkirina Bendava Tişrîn û derdora wê ye. Ji ber vê jî êrişên xwe didomînin. Bi taybet ji ber girîngiya stratejîk a Bendava Tişrînê, ev mehek e berxwedana li vir didome. Armanc ew bû ku Firatê bixin bin kontrola xwe û herêmên ku kurd lê dijîn hêsantir bikin. Lê belê ji ber berxwedana ku mehekê dewam kir, nikarîbûn van planan pêk bînin. Hakan Fîdan di bernameyekê de axivî û kîn û nefreta li hemberî kurdan vereşî. Sedema vê jî ew e ku nikarin berxwedana li vir bişkînin. Tirkiyeyê her çiqasî hemû derfetên xwe yên teknîkî, çete û artêşa xwe bikar anîbe jî nekarî bi ser keve."   'Peyama ku ji 7 xalan pêk tê girîng e'   Rojnameger Rojbîn Denîz diyar kir ku Rojhilata Navîn niha şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyîn û bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan a di vê pêvajoyê de. Peyama ji 7 xalan pêk tê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de şandibû bi bîr xist û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar didome. Dewletên dagirker li pey berjewendiyên cuda ne. Kurd di herêmeke stratejîk de cih digirin. Sedsala derbasbûyî ji bo Kurdan bi perçebûn û windahiyan dagirtî bû. Lê di nîvê sedsala dawî de kurdan berxwedaneke mezin nîşan da. Rojava yek ji mînakên herî girîng ên vê yekê ye. Avakirina modela netewa demokratîk di warê qebûlkirina jinê ya hebûna xwe û civakbûyînê de li vir pêk hat. Niha li Rojhilat, Başur û Bakur pêwîste ji bo Rojava roleke pir girîng bilîze."   'Di berxwedanê de rola jinê gelekî girîng e'   Rojbîn Denîz bal kişand ser rol û mîsyona jinan û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî jî divê jin di vê pêvajoyê de rolên pir cidî bigirin ser xwe. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev pêvajo bi pêşengiya jinan bi ser bikeve. Li Başûr saziyên jinan hatin girtin, li Rojhilat jî rejîma Îranê xwest jinan bitepisîne. Lê jinan bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' berxwedaneke mezin nîşan dan û gelek kes li dora vê têkoşînê kom kirin."   'Serdemeke nû dest pê dike'   Rojbîn herî dawiyê wiha bal kişand ser geşedanên siyasî yên Bakur û Tirkiyeyê: "Li Bakur serdemeke nû dest pê dike. Hevdîtinên DEM Partiyê yên bi partiyên din re ji bo rojeva Tirkiyê gelek girîng in. Peyama aştiyê ya ji 7 xalan pêk tê, di pêşengtiya Rêber Apo de ji bo Kurdan rojeveke mezin çêkir. "Ev yekîtî ji bo ku Kurd li hev kom bibin û sed salên din jiyana xwe ji dest nedin gelekî girîng e."