Şandeya Şengalê serdana koçberên Şehba û Efrînê kir 2025-01-07 12:03:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya xweser û TAJÊ pêk tên, ev du roj in li Rojavayê Kurdistanê ye, çû serdana koçberên Efrîn û Şehbayê.   Şandeya Şengalê ku beriya du rojan tevî karwanek alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û alîkariya ku birin radestê rêveberiya xweser a Rojava hate kirin, dest bi rêze serdan û hevdîtinan kir.   Şandeya Şengalê ku ji Hevseroka Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo û Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico pêk tê seredana koçberên Efrîn û Şehba yê li Kantona Cizîrê kirin û silavên gel û pêkhatiyên Şengalê ji wan re gotin. Şandeyê hevxemiya xwe bi koçberan re parvekirin û diyar kirin ku gelê Şengalê heta dawiyê dê destekê bide wan.