Dayika Pakîze Nayir: Ji gel û axa xwe hez dikir 2025-01-04 09:04:29   Gulîstan Gulmuş   ŞIRNEX - Di ser qetilkirina Pakîze Nayir de 9 sal derbas bû lê têkoşîna wê didome. Dayika wê Behiye Nayir da zanîn ku piştî Pakîze Nayir, wê têkoşîna aştî û yekitiyê dewr girtiye û wiha got: “Ji bo aştî û yekitiyê çi hewce be em amade ne. Min êşa Pakîzeyê kişand bila dayikên din êşa zarokên xwe nejîn.”   Di ser qedexeyên derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de li Sîlopî û Cizîr a Şirnexê hat îlankirin û 2’yê Adara 2016’an de bidawî bû 9 sal derbas bûn. Di pêvavajoya qedexeya derketina derve de gelek kesî jiyan axwe ji dest da û texrîbatên mezin hatin jiyîn. Tevî 9 sal derbas bûye êş hîna tezeye. Yek ji kesên di pêvajoyê de bedel da Pakîze Nayir bû.   Dayika Pakîze Nayir,  Behiye Nayir axivî û da zanîn ku ew di şopa keça xwe de têkoşîna ji bo aştî û wekheviyê dimeşîne. Behiye Nahir di 9’emîn salvegera keça xwe Pakîze Nahir de ji JINNES’ê re axivî.   ‘Dema min agahiya keça xwe girt ez ji ser hişê xwe çûm’   Behiye Nahir der barê ku keça wê çawa hatiye qetilkirin de axivî û got: “Min mirina Pakîzeyê ji televîzyonê bihist.Şeva sersalê li min geriya sersala min pîroz kir. Piştî sersalê şevekê dîsa geriya got ‘şer nemaye em ligel parlamenterane’. Wê demê em meha Remazanê de bûn. Em rabûn sihorê. Me televîzyon vekir. Min wê neyê wê dît. Gotin agahî ji Pakîze, Sêvê û Fatmayê nagirin. Me bi şev şehadeta wan hîn kir. Dema min agahiya keça xwe girt ez ji ser hişê xwe çûm.”   ‘Destê wan de çek tunebû’   Behiye Nahir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em Pakîze û hevalên wê ji hev cuda nakin. Ew mirovên baş bûn, welatparêz bûn. Ji gel û axa xwe hez dikrin. Xebatên rêxistinkirinê dimeşandin. Ji bo hiqûq û edaletê ji bo demorkasiyê dixebitîn. Ji zarokên me re gotin ‘terorîst’. Zarokên me ne terorîstin. Ji bo axa xwe têkoşîn dan. Destê zarokên me de çek tunebû. Ji bo aştiyê têdikoşîn dimeşandin.”   ‘Bila dayikên din êşê nekşînin’   Behiye Nahir di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji ber nasnameyê bi salan zilm li me kirin. Min têkoşîna keça xwe dewr girt. Divê pirsgirêka kurd bê çarserikrin. Çareserî jî bi Abdullah Ocalan pêkan e. 40 sale em vê zilmê dijîn. Ez di dayikên aştiyê de cih girtim. Piştî Pakîzeyê tevli xebatan bûm. Ji bo aştiyê em amade ne. Min êşa keça xwe kişand bila dayikên din nekşînin.”