Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşan meş lidarxistin 2024-12-29 19:11:26   NAVEND ANÛÇEYAN - Bi sedan jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê piştgirî da berxwedana YPJ'ê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê.   Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyê misogerkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye" meşek li dar xist.   Di meşa ku ji pêşiya qada 8'ê Adarê dest pê kir de, bi sedan jinên beşdar bûn. Beşdaran pankartên "Jin Jiyan Azadî" bilind kirin û berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê û çeteyan, silav kir.   Li Çerxerêya Çehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî. Fehîme Hemo axivî û soza şopandina rêça  kesên jiyana xwe ji dest dane dubare kir û bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyên azadî, demokrasî û pirrengiyê di serî de destkeftiyên jinên Sûriyeyê yekitiyê ava bikin û pêşeroja Sûriyeya nû misoger bikin.