Komkujiya Roboskê 13 sal li pey xwe hişt: Ka edalet? 2024-12-28 09:20:02     Gulîstan Gulmuş   AMED - Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû. Lê tevî evqas dem ne edalet pêk hat ne jî berpirsan komkujî qebûlkirin.   Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li xeta sînor a gundê Bujeh û Roboskê ya navçeya Qilaban a Şirnexê, saet di navbera 21.39 û 22.30’an de ji aliyê Hêzên Çekedarî yên Tirk (TSK) ve bi balafirên şer bombebaran pêk anî û 34 kes hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re 13 sal derbas bû. Tevî evqas dem derbas bû ne berpirs hatin darizandin ne jî edalet pêk hat.   Rojnameya Tarafê çend roj piştî bûyerê nûçeyek weşand û îdia kir ku agahiya bûye sedema bombebaranê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) daye. Musteşarê MÎT’ê yê demî Hakan Fîdan di çileyê 2012’yan de daxuyaniyek da û rola MÎT’ê ya di komkujiyê de înkar kir û got der barê ku şaş îstîxbarat hatiye dayîn de tu esas tuneye û MÎT’ê tu îstîxbarat parve nekiriye.   Wezîrê Karê Hundir MÎT nîşan da   Wezîrê Karê Hundir yê demî Îdrîs Naîm Şahîn di mijdara 2014’an de di civîna çapemeniyê de got: “Ji aliyê MÎT’ê ve nivîs hatiye şandin û rayedarê peyabilind yê MÎT’ê li Hêzên Çekdarî yên Tirk geriyaye û gotiye Baho Erdal xeta sînor derbas kiriye. Rayedarên Hêzên Çekdarî  tevî pirsîne agahî raste an na, rayedarên MÎT’ê bi israr gotiye agahî raste. Li ser vê mixabin bûyera Qilabanê hatiye jiyîn.   Fermandariya Giştî hewl da serê bûyerê bigire   Fermandariya giştî jî piştî bûyerê got ku komên terorîst li herêmê hatine gel hev û hişyarî hatiye kirin û hewl da serê komkujiyê bigire.   Gumanbar veşartin   Tevî evqas sal derbas bû ne MÎT’ê ne jî rayedarên dewletê komkujî qebûl nekirin. Piştî hewldanên darbeya 2016’an şûnde desthilatdariyê ji FETO ji komkujiyê berpirs dît û gumanbar carek din hatin veşartin.   Serokwezîrê demî Recep Tayyîp Erdogan du roj şûnde daxuyaniyek da û got li ser agahiya ku 10 roj berê ji rêxistinên îstîxbaratê re çûye ÎHA  çûne herêmê.   Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç der barê mijarê de di 2’yê Çileyê 2012'yan de dxuyaniyek da û di bûyerê de qest tuneye û bendewariya lêborînê jî şaş e. Cigirê serokê giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk ji bo komkujiyê got ‘Qilaban qezayek operasyonê ye.’   Pêvajoya hiqûq çawa pêk hat?    Di lêpirsîna hat destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Amedê di hezîrana 2013’yan de ‘biryara bêpeywirbûnê’ da û dosya sewqê dozgeriya leşkerî kir. Dozgeriya leşkerî jî di çileyê 2014’an de biryara cihê lêpirsînê tuneye da.   DDB’ê biryar da    Parêzeran piştî biryarê di 18’ê Tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Lê ev serlêdan bi hinceta ‘ji ber kêmasî di pêvajoya xwe de temam nebûne’ hat redkirin. Bi vî awayî hemû riyên hiqûqa hundir ji bo Roboskê hat girtin.   Malbatan ji nûve serlêdan kir   Malbata ji nûve serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Lê di 25’ê Mijdara 2020’an de biryara neşopandinê hat dayîn. Malbatan di meha sibatê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn dan.    Komkujiyê di çapemeniya cîhanê de deng da   Hinek manşetên ji çapemeniya cîhanê wiha ne: ‘Êrîşa hewayî Kurd qetil kirin’ (BBC), “Cenazeyên xwe bi traktoran birin’ (CBS News), “Êrîşa hewayî gundiyên Kurd  qetil kir’ (CNN), “Kaçaxvan hatin qetilkirin’ (Daily Mail), “Êrîşa hewayî ya Tirk  li Kurdan xistin’ (The Wall Street Journal), “Hêzên hewayî yên Tirk gundê Kurdan bombebaran kir, 35 kes qetil kir’ (Le Monde), “35 Kurd hatin qetilkirin, artêşê got bi PKK’ê re tevlihev kirine’ (Libération).