ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-26 09:00:00     *Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan bal kişand ser geşedanên sala 2024'an û wiha bal kişand ser sala 2025'an: Divê em bi pêngav û pêkanînên berbiçavtir yekîtiya xwe ya jinan jiyanî bikin û bidin xuyakirin. Em baş dizanin ku jin dê cîhanê biguherîne."  PANORAMA    *Êrîşên li hember Rojava her diçin zêde dibin û jinên Amedê bertek nîşanê êrîşan dan. Jinan diyar kirin ku bila dewlet li şûna berjewendiyên xwe aştiyê pêk bîne. DÎMEN HEYE   *Rojnamegerên jin bertek nîşanê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn yên di riya navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn de nûçe dişopandin ji aliyê SÎHA’ya Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, dan û gotin: “Ji bo hevalên me şehîd Nazim û şehîd Cîhan Bîlgîn soza me ye ku em ê vê têkoşînê heta dawî bimeşînin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Heyva Sor a Kurd Xecê Mûse der barê êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Rêveberiya Xweser û rewşa gelê ku koçber bûne de axivî û bang kir ku divê sazî û dezgeyên navneteweyî demildest bikevin tevgerê. DÎMEN HEYE   * Jinên tevli çalakiya nobeta sînor ya li Qamişloyê bûn der barê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan yên 19’ê Kanûnê de li navbera riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn bi SÎHA’yê hatin qetilkirin de axivî û gotin: “Rojnamegeran rastî derdixin holê. Me ji wan heqîqet dibihist. Rojnameger hedef hatin girtin. Ji bo tiştên dikin veşêrin rojnameger qetil kirin.”  BI DÎMEN