ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-24 09:00:00     * Rêvebera Weqfa Jinên Sûriyeyê Malîka Hesaf têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa jin, zarok û sivîlan axivî û bang li jinên cîhanê kir û got ku divê hemû jin li dijî êriş û zextan dengê xwe bilind bikin.  BI DÎMEN    * Rojnameger û siyasetmedar derbarê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de axivîn û gotin: "Ji ber ku rojnameger rastî ji raya giştî re radigihînin bûn hedef. Xebatkarên çapemeniya azad wê nivîsandina heqîqetê bi her awayî dê bidomînin." BI DÎMEN    *Parêzera dildar a Komeleya Pêşî  Jin û Zarok Bîlge Çarpici, diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundî û qirkirina jinan  polîtîkaya dewletê ye û got ku divê mirov li dijî hiqûqê jî têbikoşin.  Bîlge Çarpîcî destnîşan kir ku ev komkujî û tundî encax bi têkoşîneke hevpar dikare bê astengkirin. DÎMEN HEYE   Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Rihan Kavak Ozbek û Selver Yildirim û binpêkirinên giran ên mafan li girtîgehê û wiha got: "Bi tahrîkan êrîşî rûmeta girtiyan dikin û tedawiya wan bi vî rengî asteng dikin. Mafê girtiyan ê jiyanê ji wan tê giritn û wan terkî mirinê dikin."   *Bi Şoreşa Rojava re jinan rengên xwe li hemû qadên jiyanê zêde kirin. Jinên ku ji aboriyê heta perwerdeyê, ji werzîşê heta ekolojiyê di gelek qadan de projeyan pêş dixin, ji sala 2024'an heta 2025'an jî biryardariya xwe ya parastina destkeftiyên xwe didomînin.   *Leyla Xalid a yek ji jinên ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de têkoşiyaye û bi berhema xwe berxwedan kir belge wiha got:"Di nava vê pirtûka xwe de min qala rewşa gel a di cejin û şer de kir ku çawa zarok berê bi cil û bergên nû cejin pêşwazî dikirin, diçûn gel dapîrên xwe, serdana heval û mirovên xwe dikirin lê di dema şer de ev hemû qediya bû derfet û tama cejnê nîn bû." DÎMEN HEYE   *Jinên beşdarî nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn diyar kirin ku ew li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û gotin, “Me dît ku ruhê Kobanê di sala 2014’an de jî derket holê. Her wisa, ruhê Kobanê wê di vê pêvajoyê de jî derkeve holê. Em ê bi berxwedanê bersivê bidin zilmê."DÎMEN HEYE