Der barê rojnameger Medîne Mamedoglu de lêpirsîn hat destpêkirin 2024-12-23 14:15:38     AMED - Derbarê rojnameger Medîne Mamedoglu de bi hinceta parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal ên der barê zarokek li Colemêrgê polîsan lê dan û binçav kirin de lêpirsîn hat destpêkirin.    Di meha nîsanê de hat xwestin qeyûm tayînî şaredariya li Wanê bê kirin. Piştî vê biryarê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hat lidarxistin. Yek ji van bajarana Colemêrg bû. Li Colemêrgê gelek polîsên sîvîl li zarokekê û ew kirin bin çavan. Li ser parvekirina rojnameger Medîne Mamedoglu ya derbarê vê bûyerê de bi sûcê "Tahrîkirina ji bo gel li gor zagonan neçe" lêpirsîn hat destpêkirin.    Medîne Mamedoglu ku bi parêzerê xwe Resûl Temûr re li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da, sûcdariya li dijî xwe red kir û diyar kir ku ev wezîfe di çarçoveya xebatên wê yên pîşeyî de ye.