TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir 2024-12-23 13:27:50     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku kesên komkujiya Parîsê pêk anîn, heman kes in ku îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dikin.   Di salvegera duyemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de ku siyasetmedar Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir.   Daxuyaniya TAJÊ bi vî rengî ye:   "Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyeke duyemîn pêk anî. Di vê komkujiyê de pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Evîn Goyî û pê re hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurdistanî Abdurrahman Kızıl şehîd bûn. Em di şexsê jina pêşeng û têkoşera serdema şoreşa jinê hevrê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de, herî dawî şopdarên heqîqetê rojnamevanên ragihandina azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku îro heman hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re radigihandin û gihîştin şehadete, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîrtînin.   Di vê komkujiyê de careke din dewleta Tirk rûyê xwe yê mêtinger û qirker ê li dijî jinên têkoşer û Kurdistaniyên welatparêz ên di oxira azadiyê de li ber xwe didin ji hemû cîhanê re nîşan daye. Em careke din vê komkujiyê û komkujiyên heta roja îro dewleta Tirk ku aniha li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi hêrseke mezin şermezar dikin û dibêjin dem hatiye ev hêrs, kîn û dijminahiya dewleta Tirk li dijî pêşengên şoreşa jinê, Kurdên azad û hemû gelên herêmê dimeşîneli Erdoganê faşîst û qirker bizîvire. Wê gelên ku tehma azadiyê kiriye hesabê van komkujiyan yek bi yek ji dewleta Tirk û hevkarên wê bipirse. Şopdarên Evîn û Sarayan îro bi ruhê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li her qadê li ber xwe didin û tola van komkujiyan hiltînin.   Hevrê Evîn hemû temenê xwe di oxira azadiya jinê de derbas kir. Ji bo şoreşa jinên Kurdistanê di asta cîhanî de were naskirin, ji bo doza gelê xwe bi gelên cîhanê bide naskirin kedeke mezin da. Îro eger ku tevgera azadiya jinên Kurd bandorê li hemû jinên cîhanê dike ev bi saya keda şoreşgera pêşeng hevrê Evîn û Sarayan e. Me weke jinên Êzidî îlhama xwe ji têkoşîna van jinên leheng girt. Me bi saya wan û şervanên dilwêrek ên mîna wan îro xwe bi rêxistin kir û tehma azadiyê girt. Em xwe deyndarê wan û şoreşa wan di oxira wê de têkoşîneke mezin dan dibînin. Wê keda wan, têkoşîn û berxwedana kirine her tim rêya me ronî bike.     Herêma Rojhilata Navîn bi temamî ji ber destwerdana hêzên kapîtalîst-hegemon, siyaseta qirker û mêtînger a dewletên herêmî di bin gefên nû yê qirkirin û êrîşên dijwar de ne. Rola dewleta Tirk dileyîze ji ya hemû hêzan xeteretir e. Zihniyeta nijadperest û zayendperest di şexsê Erdogan ê dîktator de serî hildaye. Serçeteyê herî xeter îro li herêmê Erdogan e. Di hedefa hemû komên çeteyan de jî jinên li ber xwe didin heye. Jinên ji pergala mêr-dewletê re serî natewînin û hesab dipirsin di hedefa van çeteyan de ne. Ji kiryarên DAÎŞ'ê yên li Şengal, Reqa, Minbic, Dêrezor û hwd. bigre heta kiryarên îro çeteyên Erdogan li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Rifet, Şehba û herî dawî Minbic û bi dehan cihên din heman zîhniyet e. Di bingeha gurkirin û dijwarkirina vî şerî de jî hedef girtina destketiyên şoreşa jinê heye. Pêşengên şoreşa jinê bi taybetî tên hedef girtin. Ji ber ku heta niha dewleta Tirk ji ber herdu komkujiyên li Parîsê kirin hesab jê nehatî xwestin viya hîn zêdetir cesaret daye vê dewleta faşîst û qirker ku di herêmê de bûye bela serê gelan. Zîhniyeta hevrê Evîn li Parîsê qetil kir îro heman kiryaran, li dijî jinên li Efrînê, Şehba û Minbic pêk tîne. Hovîtî û pratîkên çetewarî yê ku dewleta Tirk bi xwe û bi destê çeteyên xwe dike wê di bîr û wîjdanê jinên têkoşer de ti carî neyên ji bîrkirin.      Dinya li hemberî van sûcên şer ên dewleta Tirk dike bê deng e. Heta ne tenê bê deng dimîne, hinek destek dikin, hinek teşfîq dikin û hinek jî jê re li çepikan dixe. Bi vê rengî qetilkirin û hedef nîşandana jinên şoreşger û pêşengên şoreşa jinê tê rewakirin. Di şexsê jinên têkoşer, xwedî hêza parastinê, zane û şoreşger de şikandina îradeya jinê tê hedef girtin. Hevrê Evîn û bi hezaran hevrêyê mîna Evînan ji ber di ferqa vê rastiya pergalê de ne tên şehîd xistin. Îro bi hezaran Evîn li her qada têkoşînê li dijî vê zihniyeta xeternak di cenga azadiyê de li ber xwe didin.   Em careke din vê komkujiya ku bi destê dewleta Tirk hatiye kirin û hemû komkujiyên heta roja îro li hemberî jinan û gelên herêm pêk tîne bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Em bang li hemû jinan û gelan dikin li hemberî dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin. Di serî de ji bo herdu komkujiyên li Parîsê û hemû komkujiyên pêk anîne ji bo hesab ji dewleta Tirk bê xwestin demildest bikevin nava liv û tevgerê."