ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN 2024-12-23 09:00:00    *Nûçegîhana ANHA’yê Silava Abdulrehman diyar kir ku rojnameger Cîhan Bîlgîn ku bi SÎHA’ya Tirkiyeyê hat qetilkirin, beriya bê qetilkirin bi dehan carî bi telefonê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye tehdîtkirin û got: “Cîhanê teslîmiyet qebûl nekir. Ji ber vê hedef hat girtin û qetil kirin.” Bêrîtan Canozer jî daxuyakirin ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hedef hatine girtin û got: “Em divê israra wan a di rojnamegeriyê de mezin bikin.” DÎMEN HEYE    *Endama PM ya DEM Partiyê Îdîl Ugurlu got: “Rola birêz Abdullah Ocalan tê zanîn ku mifteya ku dikare derî vebike. Ev hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem ji aliyê hêzên navneteweyî ve hem jî ji aliyê muxalîfên di lêgerîna azadiyê de ne tê zanîn.” DÎMEN HEYE    *Rojnemevanên jin ên bajarê Helebê têkildarî hedefgirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bertek nîşan dan û wiha gotin:"Wê dewleta Tirk nikaribe bi hedefgirtina Rojnemevanan bigihêje hedefa xwe ya ji bo veşartina rastiyê."  DÎMEN HEYE    * Işil Sînem Aydin ya 16 salî di judoyê de bû şampiyona cîhanê.  Işil Sînem Aydin got divê jin hîn bêtir berê xwe bidin spor û spora parastinê. BI DÎMEN   *Aktîvîst Zuhal Kaygisiz da zanîn ku çeteyên HTŞ û SMO ji bo gelên Rojhilata Navîn xetereyek mezin in û divê her kes li dijî vê zîhniyeta şer modela Rojava mînak bigirin li her derê têkoşînê mezin bikin. BI DÎMEN     *Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr saleke têkoşînê ya jinan a li Kurdistanê nirxand û got: “Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka zayendî ye, li dijî hemû newekheviyên civakî dozeke gerdûnî ya hebûnê ye. Ev têkoşîna azadiyê hem li ser asta herêmî û hem jî li cîhanê didome û jin her roj dengê xwe zêdetir dikin, mafên xwe diparêzin û têkoşîna xwe ya wekheviyê didomînin.” PANORAMA   *Dayika Aştiyê Ferîha Akbulut her roj bi kopalê xwe berê xwe dide nobeta ku li sînorê Qamişlo pêk tê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Tevî ku beriya niha ez emeliyat bûm jî, ez bi kopalên xwe beşdarî nobedê dibim." BI DÎMEN