Li dijî êrişan parastina cewherî pêk tînin 2024-12-22 09:03:49   Elfazî Toral   STENBOL - Rojnameger Roza Daxistan diyar kir ku gel li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava xwedî berxwedanek sînor nas nakeye û wiha got: “Berxwedanek jinan a li dijî êrîşên sînoran nas nake ya baviksalar heye. Jin parastina cewherî pêk tînin.”   Li Sûriye û Rojava pêvajoyek nû dimeşe û hevsengiyên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi lez diguherin. Li aliyê din jî êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yê girêdayê Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Rojava ku di 2014’an de bi îlankirina Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan nû modelek nû, heman demê de hêviyek mezin jî afirandibû. Rêveberiya Xweser bû hedefa netew dewletan û gelê li wir bi pêşengiya jinan li dijî êrîşan berxwedanek mezin didin.   Rojnameger Roza Daxistan der barê êrişan de, berxwedana jinan û gel ali dijî êrîşan de nirxandin kir.   Roza Daxistan da zanîn ku di 2014’an de piştî DAIŞ têk çû, Tirkiyeyê raste rast xwe berdaye qada Sûriye û Rojava û her tim êrîşên xwe domandiye. Roza Daxistan got di 2018’an de di serî de Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê hatiye dagirkirin û wiha got: “Piştî dagirkirina van herêman krîz hîn bêtir giran bûye. Êrişa ku HTŞ’ê li hember Îdlîb û Sûriyeyê daye destpêkirin, êrişên Tirkiyeyê yên dagirkirina erdnîgariya Kurdan zêde kiriye. Li vir bi dehan jin, zarok û ciwan hatin qetilkirin, dîl hatin girtin, revandin. Ev êriş bi hevkariya SMO ku ji çeteyên dagirker yên DAIŞ’ê ne, hat kirin. Li Efrînê jî piştî dagirkirina Tirkiyeyê demografî guherî. Ev ji bo Kanîspî û Serêkaniyê jî derbasdare.”   ‘Jin dîrokê dinivîsin’   Roza Daxistan daxuyakirin ku Tirkiye ji rewşa Sûriyeyê ya niha fêdeyê digire û hewl dide li ser Kurdan pratîkên qirkirinê pêk bîne. Roza Daxistan wiha vegot: “Sernaserê dîrokê li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên îmha û înkarê hatin meşandin. Niha Tirkiye bi vê polîtîkayê êrîşê Rojava dike.Li hember van êrîşan berxwedanek heye. Berxwedanek jinan a li dijî êrînên sînoran nas nake ya baviksalar heye. Li dijî êrişên dagirkirinê bi pêşengiya yekîneyên parastina jinan hemû jin li her qadê li dijî êrişan bexwer didin û parastina cewherî pêk tînin. Jin dîrokê dinivisîn.”   ‘Gel hewldanan vala derdixe’   Roza Daxistan wiha dawî lê anî: “HTŞ û SMO dijminê jinê ne û xetereyek mezin in. Jinên ji berxwedanê re pêşnegiyê dikin, bi van çeteyan re tên rû hev. Lê gelê me û jin van hewldanên çeteyan vala derdixînin. Di bexwedana Kobanê de Kurdan û gelan DAIŞ têk bir. Ev berxwedan derbasî dîrokê bû. Her kesî têkoşîn dan. Hîna ev rih xwe diparêze. Gel, YPG û YPJ’ê rolek girîng lîstin. Ji roja rêveberiya xweser hatiye îlankirin ev bûye projeya netewa demokrtîk. Ev heman demê de li Rojhilata Navîn model e. Gel wê heta dawî berxwe bidin, rumeta xwe biparêzin.”