Parêzer Zelîha Ozen: Pergalek darazê ya li pişta jinan tuneye 2024-12-22 09:02:30        Derya Ren   RIHA - Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê Zelîha Ozen derbarê qetilkirinên jinan û xebatên der barê mafê jinan de yên dimeşînin axivî û da zanîn ku di tundiya li ser jinan û qetilkirinan de qanûn bi bandor pêk nayên û pergaleke darazê ya jinan biparêze tuneye.   Tundiya li ser jinan roj bi roj giran dibe, gumanbar bi polîtîka bêcezahiştinê cesaretê digirin. Gotinên AKP-MHP’ê di qetilkirinên jinan de gelek bi bandore. Li gorî daneyên ajansa me berhev kirine di 11 mehan de 317 jin hatine qeitlkirin 195 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê Zelîha Ozen der barê mijarê de axivî.   ‘Pergaleke darazê ya li pişta jinan tuneye’   Zelîha Ozen bi lêv kir ku tundiya li ser jinan pêvajoya dawî de zêde bûye û wiha got: “Ji ber çapemeniya civakî qetiklirin û tundiya li ser jinan tê bihistin. Sedema zêdebûna qetiklirina jinan feshkirina Peymana Stenbolê ye. Piştî fehskirina peymanê  qetilkirinên jinan zêde bûn. Sedema vê betalkirina peymanê û bêdengiya li dijî betalkirinê bû. Me dît ku feshkirina peymanê cesaret daye mêran. Jin dizanin ku êdî tu kes ligel wane, pergaleke wan biparêze tuneye."   Qanûna 6284   Zelîha Ozen daxuyakirin ku jin tenê hatine hiştin û jin hewl didin mafên xwe bikin bin ewlehiyê. Zelîha Ozen wiha domand: “Ji ber zîhniyeta serdest ya mêr, ji ber qanûn jinan naparezin, qanûna 6284 bi bandor pêk nayê, tedbîrên bi bandor nayên girtin cînayetên jinan zêde dibin. Ger 6284 baş pêk bihata wê evqas jin nehatibana qertilkirin.Em hewl didin wek baor, wek STK qanûna 6284 ji gel re vebêjin.”   ‘Em ê dakevin qadan’   Zelîha Ozen destnîşan kir ku nêzî 100 endamên Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê hene û wiha dirêjî dayê: “Salên borî de me gelek dosya şopandin. Em li wan dosyan dinêrin dibînin ku qanûn pêk nayên. Tedbîrên parastinê nayên girtin. Me bi endamên xwe re plansaziyek kir. Em ê xwe bigihînin jinan ji bo vê em ê dakevin qadan. Divê stargeh zêde bibin. Divê kontenjanên stargehan zêde bibin. Di vî alî de xebatên me wê bidomin. Divê mêr di mijara jinan de bi hişmend bên mezinkirin. Divê yekane têkoşîna mêran jî pêşîgirtina li qetilkirina jinan be. Salek dawî de li Rihayê qetilkirina jinan zêde bûn. Ev jî ji ber ku qanûn bi bandor pêk nayên.”   Zelîha Ozen dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hemû dosya di nokteyekê de tên gel hev û wiha dawî lê anî: “Ji ber qanûn bi bandor pêk nayê, projeya jinan a deshtilatdariyê, plansaziya desthilatdariyê tuneye tundî û qetilkirin zêde dibin. Em dibînin ku cezayên muebeta giran ji ber tahrîka bêmaf û rewşa baş dadikeve 15 an jî 17 salan. Em diçin îtîrazê lê pir caran erênî encam nabe.”