Adalet Kaya: Modela hûn diparêzin zarokan qetil dike 2024-12-15 18:54:18   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya bertek nîşanê butçeya Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî da û got: “Modela malbata ku hûn diparêzin, Narînê qetil dikin û bi destê daraz, siyasetmedar û cendermyan serê bûyerê digire ye.”   Hevdîtinên butçeya Sala 2025’an li Lijneya Giştî ya Meclîsê didomin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya û Parlamentera Amedê Ozgul Sakî di hevdîtinên butçeya Xizmetên Malbat û Civakî, Wezareta Perwerdehiyê de axivîn.   Adalet Kaya da zanîn ku zarok ji ber bûtçeya qels a perwerdehiyê birçî diçi ndibistanê û got li gorî daneyên TUÎK’ê ji du zarokan yek xizane û ji çar zarokan yek jî birçî dibin dibistanê. Adalet Kaya daxuyakirin ku daxwaza wan eve ku dewlet li hemû dibistanan ji bo zarokên xizan piştgiriyê bide.   Adalet Kaya her wiha anî ziman kul i welat ji 10 mîyonî zêdetir astengdar hene lê tevî vê di butçeyê de astengdar tune tên hesibandin.   ‘Jin bêdeng namînin’   Adalet Kaya balkişand ser malbatê û wiha got: “Malbata ku hûn diparêzin, Narînê qetil dikin û bi destê daraz, siyasetmedar û cendermyan serê bûyerê digire ye. Jin êdî li dijî tundiyê bêdeng namînin. Serî natewînin. Ji ber vê jî ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Heta ku polîtîka neguhere wê hilweşîn, şer û xizanî jî bidome.”