Nevşîn Mengu hat berdan 2024-12-14 18:30:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nevşîn Mengu ku hat binçavkirin piştî kar û barên îfadeyê bi kontrola edlî ya qedexeya derketina derve hat berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragîhand ku rojnameger Nevşîn Mengu hatiye  binçavkirin û girtin. Dozgeriyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku rojnameger Nevşîn Mengur ji ber parvekirina di hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya roportaja bi hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)    Salîh Muslum kiriye, hatiye sûckirin û binçavkirin.