Li Peyasê ji bo astengdaran perwerdehiya taybet 2024-12-12 15:11:03     AMED - Şaredariya Peyasê di çarçoveya projeyên berpirsiyariya civakî de ji bo jêhatîbûn û xweparastina astengdaran pêş bixin û bi awayekî serbixwe jiyana xwe bidomînin, gavek girîng avêt.   Navenda Jiyana Berastengdaran a Musa Anter ku girêdayî Gerînendetiya Çand û Xizmeta Civakî ya Şaredariya Peyasê ye, bi perwerdeyên taybet armanc dike ku astengiyên li pêşiya xwendekarên li navenda berastendaran dixwînin ji holê rake.   Li Navenda Jiyana Berastengdaran a Musa Anter ji bo xwendekarên xwe bernameyên cuda yên perwerdeyê li dar dixe. Dike armanc ku bi riya perwerdehiya werzîşê, bi taybetî bi polên perwerdehiya taybet û civakî, jêhatîbûna lixwelênerînê ya astengdaran zêde bike. Bi saya perwerdehiya ku li navendê tê dayîn, astengdar şarezayên xwe yên bingehîn ku ji bo jiyana xwe serbixwetir bikin û bijîn, bi dest dixin. Ev perwerdehî rê dide wan ku jêhatîbûn û şarezatiya wan derkeve holê û xwe pêş bixin.   Li Navenda Jiyana Berastengdaran a Mûsa Anter, ji bo xwendekaran perwerdeyên curbecur ên werzîşê tê dayîn. Digel jêhatîbûna laşî, wek bezbûn, hevsengî, xurtkirina masûlkeyan û hevrêziya çav û laş, bi amûrên werzîşê têne pêşxistin. Têgihîştina astengdaran bi polên pêşvebirina hiş re têne meşandin. Pêşveçûna derûnî ya astengdaran, wekî xwendin, hînbûna tîpan, hejmaran ku xwendin û nivîsandinê hîn dibin, jiyana wan hêsantir dike û hûnerweriya bi xwe baweriya wan derdixîne holê.   Berpirsiyarên navendê diyar dikin ku di pêvajoya perwerdehiyê de bi çalakiyên cihê, bikaranîna qartên bîranînê, naskirina alav û amûran, xweza û ajalan, bi fêrbûna rengan, pêşxistina hiş û laşî re ku bi hev re bikar tînin, berastengdaran bi jiyanê ve girê didin û xebatên xwe dimeşînin.