‘Tirkiye welatekî ku maf û azadiya zarokan lê tune ye’ 2024-12-12 09:03:19   STENBOL - Parêzera Komîsyona Zarokan a OHD’ê Yasemîn Soydan derbarê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê de binpêkirinên mafan ên zarokan nirxand û got: “Em hîna mafê zarokan nîqaş dikin. Lê zarok di encama îhmalkariyan de jiyana xwe ji dest didin. Tirkiye welatekî ku mafê zarokan lê tuneye. Divê em bi israr bi ser pirsgirêkan de biçin.”   Li Tirkiye û Kurdistanê binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Bêguman yên herî zêde zirarê dibînin zarok in. Bi wesîleya Hefteya Marfê Mirovan a Cîhanê ya 10-17’ê Kanûnê, parêzera Komîsyona Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yasemîn Soydan der barê binpêkirinên mafan yên zarokan de axivî.   Yasemîn Soydan daxuyakirin ku di peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine de berpirsyariyên di alî zarokan de hene û ev nayên cîh. Yasemîn Soydan wiha anî ziman: “Li seranserê cîhanê, di qada maf û azadiyên zarokan de peyman hene. Ev di alî parastin, pêşketin, mafên aborî û civakî de, berpirsyariyan dide ser welatên alîgir. Lê Tirkiyeyê tu carê ev berpirsyariya xwe neanî cih. Bi taybet li Kurdistanê di alî zarokan de binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn. Hîna mafê zarokan tê nîqaşkirin û di encama îhmalkariyan de zarok tên qetilkirin. Ji roja peymana zarokan hatiye îmzekirin heta niha tu gav nehatiye avêtin. Li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan ya ku Komeleya Mafê Mirovan weşandiye navbera 2023-2024’an de mafê jiyana 36 zarokî hatiye binpêkirin. Her wiha daneyên gelek binpêkirinên mafan yên ku zarok pê re tên rû hev, di raporê de cih girtin. Ji ber vê divê Tirkiye demildest ban berpirsyariyên li hember zarokan bînin cih.”   Pirsgirêkên pergala darazê yên zarok dijîn   Yasemîn Soydan bi lêv kir ku demên dawî de gelek zarok tên girtin û binçavkirin û wiha domand: “Pêvajoya girtin û binçavkirinê de ji bo zarokên mafên xwe bikar bînin mekanîzma pêk nayên. Nêzîkatiya li hember zarok divê bi cezakirinê pêk neyê. Zarok divê her tim bê parastin. Dema di lêpirsînekê de zarok bibe alî refleksa ewil divê parastina zarok û tedbîrên ewlehiya wan bin. Ji bo vê Qanûna Parastina Zarokan hatiye derxistin. Ji xwe di pergala hiqûqa ceza de wiha tê gotin ‘berbi sûc ve dibin’ derbas dibe. Ji ber vê jî divê Rapora Lêkolîna Civakî û Tipa Edlî bê derxistin. Piştre kirariyên hiqûqa ceza û tedbîr dikarin bên girtin. Dema derbarê zarokan de binçavkirin û girtin pêk bê divê serî li rêgezê bê dayîn.”   ‘Li Tirkiyeyê maf û azadiya zarokan pêk nayê’   Yasemîn Soydan bi lêv kir ku li Tirkiyeyê maf û azadiya zarokan tuneye û wiha dirêjî dayê: “Zarok di bin şertên neyînî yên wekê krîza aborî, nîjadperestî, destdirêjî, hişbir û gelekên din jiyana xwe didomînin. Li vî welatî ne pêkane zarok pêşeroja xwe bibînin. Pêvajoya dawî de bûyerên întîxarê rû dane. Peymana Mafê Zarokan û peymanên din yên Tirkiye alîgirê wê ye ji bo parastina zarokane û pêşîgirtina binpêkirina mafan e. Ji ber zarok di hawirek baş de nînin, dewletan ev berpirsyarî bar kirine. Dewletên alîgir jî divê van bînin cih. Ger welat van berpirsyariyan neyne cih wê demê rêbazan tune dihesibîne. Yek ji van welatan jî Tirkiye ye. Riya çarseriyê ev e ku divê em bi israr vê mijarê di rojevê de bigirin, em hiqûqnas vê bînin rojevê bikin rojeva hemû saziyên têkildar. Israra xwe ya di vir de bidomînin.”