Li Rihayê atolyeya ‘zayenda civakî’ 2024-12-11 18:11:01   RIHA - Li Rihayê bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan bi tevlibûna akademîsyen-niviskar Handan Coşkun atolyeya ‘zayenda civakî’ pêk hat.   Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) yên Rihayê  di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê mirovan de bi tevlibûna nivîskar-akademîsyen Handan Coşku  atolyeya ‘zayenda civakî’ pêk hat. Endamên komeleyê, rêveberên baroyê û gelek welatî tevli bûn.   Handan Coşkun diyar kir ku jin di hemû şeran de wek ganîmet tên dîtin û bakişand ser têkiliyên fuhuş-hişbirê yên li cîhanê pêş dikevin. Handan Coşkun daxuyakirin ku herî zêde li ku winda kiribin divê ji wir dest bi xebatê bikin û got di zayenda civakî de jî wisa ye.   Atolye bi pirs û bersivan bidawî bû.