Hevserokên DEM Partiyê serdana girtiyan kirin 2024-12-11 16:30:06     ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo kesên ku beriya demekê hatin binçavkirin û hatin girtin çûn Girtîgeha Sîncanê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, ji bo hevdîtina bi Alîkara Hevserokên Giştî Sevtap Akdag ku herî dawî hat girtin û birin Girtîgeha Sîncanê, Şaredarê Peyasê Cengîz Dundar, damezrînerê  ÎHD û Tevgera 78’an Nîmet Tanrikûlû, Serokê Karsaziya Giştî yê DÎSK'ê Remzî Çalişkan û Serokê Karsaziya Giştî yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy çûn Girtîgeha Sînfcanê.   Di serdanê de hat diyarkirin ku baweriya girtiyan heye  dê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.