Ji Hatîce Onaran a Girtî re pere şandin 2024-12-11 15:08:37     STENBOL - Bi pêşengiya ÎHD û TÎHV'ê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji endama ÎHD'ê Hatîce Onaran a li Girtîgeha Gebzeyê girtî ye re pere hatin şandin.   Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di çarçoveya kampanyaya şandina pereyan de ji bo endama ÎHD'ê Hatîce Onaran a li Girtîgeha Gebzeyê girtî ye re, pere şandin. Girseya li ber avahiya komeleya ÎHD'ê ya Beyogluyê kom bü  daxuyaniyeke kin da. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, nûnerên TÎHV'ê, Dayikên Şemiyê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat vekirin. Li vir nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Efe axaftinek kurt kir.   'Em ê bi israr li ber xwe bidin'   Ûmît Efe bi bîr xist ku Hatîce Onaran bi salan e ji bo mafên mirovan têdikoşe û diyar kir ku Hatîce Onaran ji ber pereyên ku ji bo hevgirtinê şandine girtîgehan hatiye girtin. Ûmît Efe diyar kir ku Hatîce Onaran ji ber parastina mafên mirovan di girtîgehê de ye û got, “Divê Hatîce Onaran demildest bê berdan. Ji bo kesên ku mafên xwe diparêzin neyên astengkirin em ê têbikoşin. Îro jî em ê wek TIHV û ÎHD ji bo piştevaniya Hatîce Onaran çalakiya şandina pereyan li dar bixin. Parêzvanên mafên mirovan ne bi tenê ne. "Em ê hevgirtin û têkoşîna bi biryar bidomînin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Mirov bi mafên xwe mirov e" û "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" bi dawî bû. Girse piştre derbasî sazıya Post û Telegrafê (PTT) a Şaxa Beyogluyê bû û ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand.