Bertekên li hemberî êrişan: Xwedî li Rojava derkevin 2024-12-11 14:39:19       RIHA - Rêxistina DEM Partî ya Curnêreşê li dijî êrişên li hemberî Rojava daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî hedefgirtina destkeftiyan divê xwedî li Rojava bê derkevin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) a Curnêreş a Rihayê derbarê êrişên li hemberî Rojava li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û endamên meclîsa şaredariyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê DEM Partî ya Curnêreş Mehmet Paç ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang dikin ku xwedî li Neteweya Demokratîk a ji bo hemû gelên cîhanê yên li Rojava hêvî ye dikin. Dengê berxwedana Rojava bibihîzin û bidin bihîstin. Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku ev berxwedan ne tenê berxwedana bajarekî ye. Ev berxwedan berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê ye."    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.