Ji Rêxistina Stêrk bernameyek ji bo zarokên koçber 2024-12-11 12:47:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Zarokan ji bo piştgiriya zarokên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê û bajarê Helebê, bernameyek bi dirûşma “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” da destpêkirin.   Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê bernameyek ji bo piştgiriya zarokên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê û bajarê Helebê da destpêkirin.   Daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo hate dayîn, bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê berdevka rêxistinê Jûlya Xelo û endama rêxistinê Sebah Fadil ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara koçberên ku hatine herêmên ewle heta niha nêzî 20 hezar kes e ku pêwîstiya koçberan bi hemû şêwazên alîkariyê heye. Hate gotin: “Em bi dirûşma “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” îro (11 Kanûn) dest bi rêzeçalakiyên alîkarîdayîna madî û manewî dikin. Alîkarî dê heta demeke nediyar dewam bike.”   Li gorî daxuyaniyê bername bi vî rengî ye:   “Ji hêla derûnî ve dê rewşa zarokan bê şopandin, dê xwarin li koçberên ku nû derbasî bajar dibin bê belavkirin, dê li hezar zarokan cil bên belavkirin. Li kêleka vê alîkariyê dê çalakî û lîstok ji bo zarokan bên organîzekirin.”   Rêxistinê di daxuyaniyê de bang li hemû kesên xwedî derfet kir ku ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji koçberan re bikevin nava liv û tevgerê.