Ambûlans hat bombebarankirin 2024-12-11 11:02:55       NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta Tirk a li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ya li dijî ambulansekê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.   Artêşa Tirk duh li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ambulanseke veguhastina birîndaran a Nexweşxaneya Kobanê bombebaran kir.   Di bombebaranê de ajokarê ambulansê û birîndarekî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hemşîreyek û kesekî din bi giranî birîndar bûn.   Birîndar rakirine nexweşxaneyan.