'Li vî welatî jixwe pir zêde girtîgeh hene' 2024-12-11 09:03:47      Elfazî Toral   STENBOL - Hevberdevka Herêma Duyemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk têkildarê daxuyaniya desthilatdariyê ya der barê çêkirina 21 girtîgehê de axivî û got: “Li vî welatî ji xwe pir zêde girtîgeh hene. Li şûna ji girtîgehan re butçeyê vediqetînin bila projeyên ji bo tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin.”   Rojên borî de bi îmzeya serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan butçeya sala 2025’an de pêşkêşî meclîsê hat kirin û li gorî sala borî butçeya wezareta dadê ya du kat û nîv zêde bû û derket 280 mîlyar û 275 mîlyon û 802 hat dîtin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtinan de got li Tirkiyeyê 406 girtîgeh nehen û çêkirina 11 hebandidome û li ser projeya 21 girtîgehê jî dixebitin.    Hevberdevka Herêm Duyemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Gîzem Kuzuk der barê mijarê de axivî.   Gîzem Kuzuk anî ziman ku AKP di hinek axaftinên xwe de bi navê normalbûnê de tu gavê navêje û wiha domand: “Li aliyekî banga aştiyê li aliyekî şer dijawar dikin. Pêkanînên qeyûm ku demokrasiyê bin pê dike, nîşan dide ku çiqas ji demokrasiyê dûr ketine. Li aliyê din jî gotinên aştiyê hene. Desthilatdariya siyasî li derveyê welat şer dijwar dike. Ev mijar mijarek çiqas cidiye divê bê nîqaşkirin. Em dizanin ku desthilatdariya siyasî hatiye rewşek wisa bû tu hêviyê nade gel.”   ‘Tu polîtîkayek destilatdariyê ya hêviyê dide nemaye’   Gîzem Kuzuk derbarê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku gotibû çekirina 11 girtîgehê didome û li ser projeya 21 girtîghê tê xebitandin û wiha vegot: “Desthilatdarî ji bilî sozên şer û girtîgehê tu heviyê nade gel. Polîtîka wan nemaye. AKP daxwazên gel nabîne. Îro li girtîgehan di ser kapasîteyê de girtî hene. Desthilatdarî çêkirina girtîgehan wek mizginî radigihîne. Desthilatdarî muxalefeta civakî bêdeng dike û bi hişê darazê dixwaze dîzayn bike. Peyama ‘Hûn li dijî nelêrêtiyan deng derxin em ê we hemû bişînin girtîgehê dide’. Ev destilatdarî dibêje qey wê xeta berxwedana mirovan biqedîne lê wê nikaribin biqedîne.”   ‘Gel girtîgehên nû naxwazin’   Gîzem Kuzuk bertek nîşanê çêkirina girtîgehan da û got: “Gel girtîgehên nû naxwazin. Divê li şûna vê guh bidin daxwazên ge. Mirov dibînin aborî hatiye çi rewşê. Li vî welatî ji xwe pir zêde girtîgeh hene. Li şûna çêkirina girtîgehan bila butçeyê ji tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin.”