ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-11 09:00:00     * Rojnameger Jiyan Pîran, geşedanên dawî nivîsand û got: "Îro giştî mirovahî û netew-dewletên Awropa li hemberî kiryarên qirêj ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê bêdeng in. Li cihê ku mafê mirovan bi parêzin, bêdengiya xwe diparêzin. Ev jî rastiya rûyên wan derdixe ber çavan." ANALÎZ   *Şaredariya Peyasê ji bo jinan Sûka Hanimeller ya Peyasê ava kir. Jin li sûkên hem piştevaniya hev dikin û hem jî bi berhemên keda destê xwe debarê dikin. BI DÎMEN    *Hevberdevka Herêma Duyemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk têkildarê daxuyaniya desthilatdariyê ya der barê çêkirina 21 girtîgehê de axivî û got: “Li vî welatî ji xwe pir zêde girtîgeh hene. Li şûna ji girtîgehan re butçeyê vediqetînin bila projeyên ji bo tenduristî û perwerdehiyê re veqetînin.” BI DÎMEN    *Yek ji koçberên Efrînê ya ku li Kantona Efrîn-Şehbayê bi cih bû Fediya Omar bû. Fediya Omer wiha behsa êrişa çeteyan kir: "Di 1'ê Kanûnê de dema çete derbasî gund bûn îşkence li gundiyan kir. Ciwan û zilamên gund li pêş çavê her kesî lêdan xwar û îşkence dît. Her wiha ne tenê îşkence û kuştin mal, milk û perê welatiyan jî dizîn. Hemû kiryarên derveyî rêzên mirovî pêk anîn." BI DÎMEN    *Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî da zanîn ku komên SMO yên girêdayê Tirkiyeyê, êrişên HTŞ’ê yên li hember hikûmeta Şamê derfet dît û êrişê Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê li hember destkeftiyan e. Ger pêşiya van çeteyan neyê girtin wê xetere ji bo hemû herêmê derbasdar be.” BI DÎMEN