Gelê Mexmûrê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir 2024-12-10 21:21:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Wargeha Penaberan a Mexmurê, berxwedana li dijî êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, silav kir û êrîş şermezar kirin.   Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûr êrîş Tirkiyeyê ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.   Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel destpêkir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî meşiyan. Girseya ku li parkê kom bû li wir daxuyanî da. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê Nûran Sezgîn ve axaftin hat kirin.   Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê  û komên girêdayê wê yên li ser gel û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêktîne û wiha got: “Em wek gelê Kurd berxwedan gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya xwe bi wan re diyar dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên QSD’ê serî ji Erdogan û çeteyên Erdogan re natewîne. Ligel ev heftiyeke li ser pêkhateyên Sûriyeyê êrîşên qirkirinê tên pêkanîn jî dewletên Ewropa û cîhanê rolê sê meymûna dilîze. Vî gelî bi rêxistin, avakirina saziyên xwe û pêşxistina hêza xwe ya leşkerî xwe bi cîhanê daye îspat kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser paradîgmaya Rêber Apo xwe perwerde kiriye û niha jî bi wê paradîgmayê li ber xwe dide. Gelê Rojava mafdare û wê bi ser bikeve! Yê ku bin bikeve wê Erdogan be!”   Nûran Sezgîn di dawiyê de wiha vegot: “QSD bi artêşa xwe ya leşkerî bi hemû hêza xwe ve berxwedanek bêhempa raber dike. Em berxwedan û çalakiyên wan ji dil û can silav dikin serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bang li tevahî dewletên navnetewî dikin ku êdî li hemberî van êrîşan bêdeng neminin.”