Hunermend û nivîskar çûn serdana hevşaredarên Mêrdînê 2024-12-09 15:55:28     MÊRDÎN - Nivîskar û hunermendan serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin.   Şandeyek ji hunermend, nivîskar û rojnamevanan serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Şande li oteleke li Mêrdînê bi hevşaredaran re rûnişt. Hevdîtin ji  çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê endamên şandeyê li gel hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Siyasetmedar, aborînas Nesrîn Nas daxuyanî da û got, "Em; xwediyê hevpar ê vê xakê Tirk, Kurd, Ermen, Rûm, Laz, Ereb, Çerkez, Roman, Misilman, Xiristiyan, Mûsewî, Suryan, Êzidî, Sûnî, Elewî, yên bi bawerî û bê bawerî, bi rengîniya xwe em zarokên vî welatî ne."   Nesrîn Nas got, "Em mirovên baş û bi wijdan in ku bi jin, mêr, ciwan extiyar dixwazin şa bin" û bi vî rengî dewam kir: "Yên vî welatî bi rê ve dibin; hûn ji bo aştî, bawerî û aramiyê hatin hilbijartin. Bi gotinên kîn û nefretê me ji hev cuda nekin, baweriya me ya bi maf û hiqûqê tine nekin. Zanibin ku em vê rêveçûnê qebûl nakin.   Qeyûm tunekirina demokrasiyê ye   Kiryarên qeyûm ên zêde bûne, mafdariya me ya ji ber fikaran nîşan da. Yên ku îro gotina milî ji ser zimanê wan kêm nabe, ji hilbijêrên bajar û navçeyên ku bi binpêkirina îradeya hilbijêran qeyûm li wan hate tayînkirin dibêjn, 'Em we ji milet nabînin'. Bi kiryarên kêfî yên ku zerarê didin hesta edaletê derbê li demokrasiyê û aştiya navxweyî dixin. Em dixwazin bi bîr bixînin ku qeyûm ne tenê biryareke îdarî ye. Girtina sindoqa hilbijartinê ye ku bermahiya dawî ya demokrasiyê ye. Em; bi navê mirovên ku dixwazin hurmet ji aştî, edalet û îradeya milet re bê nîşandan hatine vê derê ku ji siyaseta qe ya qeyûm a kêfî û antî demokratîk re bibêjin, em razî nîne. Em hatin vê derê ji bo piştgiriya xwe bi hilbijêrên îradeya wan hatiye desteserkirin nîşan bidin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji kiryara qeyûm berde, bang li hemû aktorên siyasî dikin ku li ber siyaseta qeyûm rabin. Em ji vê derê careke din dubare dikin. Em ji kiryarên qeyûm re razî nînin ku li dijî demokrasî û îradeya gel e."   Kesayetên di şandeyê cih giritin   Kesayetên di nava şandeyê de ne: "Ali İhsan Dinçer, Ayşe Erzan, Ayten Yıldırım, Berrin Sönmez, Binnaz Toprak, Celal Korkut Yıldırım, Ekrem Baran, Enes Atila Pay, Erdoğan Aydın, Fazıl Alp Akiş, Gülayşe Koçak, Gülseren Onanç, Gürhan Ertür, Hacer Ansal, İslam Özkan, Mehmet Altan, Mehmet Saltoğlu, Murathan Mungan, Nesrin Nas, Nilay Akgün, Nurcan Baysal, Nurten Ertuğrul, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Ömer Faruk, Tatyos Bebek."