Li Urmiyeyê du xwişkên hev hatin qetilkirin 2024-12-09 15:30:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand du li navçeya Miyandiwaw ya bi ser Urmiyê ve du xwişkên hev ji aliyê hevjînê yek ji wan xwişkan ve hatine kuştin.   Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du xwişkên hev ên bi navên Muhedîse Cedîd (19) û Hedîse Cedîd (17) li ser cadeyek navçeya Miyandiwaw ya bi ser  bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hevjînê berê yê Muhedîse ve hatine qetilkirin.   Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kujer bi kêrê êrişî ser her du xwişkan kiriye û ji ber birînên wan giran bûne, jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha hat diyarkirin ku bûyer ji ber nakokiyên malbatî yên piştî ji hevcûdabûnê, rû daye.   Li gor amarên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji serê salê ve 18 jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.