Dîlan Durmuş ji ber tunebûna ‘bijîşkên welidînê' jiyana xwe ji dest da 2024-12-09 14:50:38     ŞIRNEX - Dîlan Durmuş a ducanî ku ji bo welidînê rakirin nexweşxaneya Elkê, bi hinceta “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin. Dîlan Durmuş a ku zarokê wê li nexweşxaneyê bû, ji ber ku xwîn ji hundirê wê çû jiyana xwe ji dest da.    Jina bi navê Dîlan Durmuş a 30 salî ku ducanî bû, şevê din ji ber êşa dijiya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê. Li gorî agahiyan; Dîlan Durmuş a ducaniya cêwiyan bû, zarokekê wê li malê bû. Hêj zarokê wê yê duyemîn çênebûyî rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re gotin “pisporê/a welidînê nîne” û mudaxile nehate kirin. Demek piştre jî zarokê wê yê duyemîn li nexweşxaneyê bû. Dîlan Durmuş a di dema welidandinê de xwîn ji hundirê wê çû, jiyana xwe ji dest da.    Malbata Dîlan Durmuş ku xwe gihand Ajansa Mezoptamyayê (MA)  got ku keça wan ji ber xemsariya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û wiha lê zêde kir: “Duh êşa wê yên welidînê hebû. Ducana cêwiyan bû. Zarokê wê li malê bû û yê din nebû. Rewşa wê giran bû û me jî bir nexweşxaneyê. Lê belê nexweşxaneyê ji me re got ‘bijîşk tune ne’ û mudaxile nekirin. Zarokê wê yê din jî li wir bû û ji hundir ve xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da. Li nexweşxaneyê bijîşk tune ne. Ma dê çend kesên din ji ber tubûna bijîşkan, ji be xemsariyê li vir jiyana xwe ji dest bidin?”