Du rojan de 42 malbat li Girkê Legê hatin bicihkirin 2024-12-08 21:09:45   NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa bajarê Girkê Legê malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê hatine koçberkirin, pêşwazî kirin û 42 malbat bicih kirin. Li aliyekî din jî komên koçberan gihaştin kantona Reqayê.   Meclisa bajarê Girkê Legê îro û duh gelek malbatên koçber ên kantona Efrîn û Şehba û Helebê pêşwaz kirin û bi cih kirin. Di 2 rojan de meclisê 42 malbatên koçber pêşwaz kirin, li malên bajêr û gundên girêdayî wê bi cih kirin. Hejmara giştî malbatên gihaştin bajêr 81 malbat in û ji 318 kesan pêk tên.   Cîgirê hevseroketiya Meclisa bajarê Girkê Legê Metîn Elî ji ajansa me re got: "Em hewl didin pêdiviyên sereke yên koçberan peyda bikin. Me 5 navendên bicihkirinê yên demkî amade kirin. Her wiha me pêdiviyên wan ji xwarin, cilûberg, xanî û sobe peyda kirin."   Hemwextî wê şêniyên bajarê Girkê Legê di komkirina alîkariyan de li bin konê li pêşiya Komeleya Perwerdehiyê dewam dikin.   Reqa   Di heman çarçoveyê de, basên ku koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê dianîn, gihîştin kantona Reqayê.   Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed El Elî got: "Di rojên dawîn de me pêşwaziya xelkên xwe yên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne kir. Me ew li 64 dibistanan bi cih kirin. Îro 50 bas gihîştin bajêr. Di her basekê de 10 malbat hebûn. Ew li dibistana Hebîb Ebdullah a Kesrat hatin komkirin da ku piştre li 40 dibistanan bi awayekî demkî werin bicihkirin."