Fermandarê QSD'ê: Em ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin 2024-12-08 11:06:00        NAVENDA NÛÇEYAN  - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re şahidiyê dikin.   Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî hilweşîna rejîma Şamê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Em îro li Sûriyeyê di kêliyên dîrokî de ne. Em şahidiyê ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re dikin. Ev yek firsendê pêşkêş dike ku Sûriyeyeke nû ya ku xwe dispêre edalet û demokrasiyê û mafên hemû Sûriyeyiyan ewle dike, bê avakirin. Ev guherîn ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê işaretê bi serdemeke hêviyê dike."   Mazlûm Ebdî destnîşan kr ku têkildarî paşeroja Sûriyeyê divê piştevanî û yekîtiya navbera gelan li pêş be û got, "Divê Sûriyeyî hemû li dora armanca hevpar li hev kom bibin û aştî bikeve şûna şer." Mazlûm Ebdî ji bo serketina vê pêvajoyê jî işaret bi girîngiya lihevkirineke neteweyî kir.   Hilweşîna rejîma Şamê ne tenê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî, her wiha ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî weke firsendeke mezin tê dîtin."   Daxuyaniyên Mazlûm Ebdî balê dikişîne ser girîngiya avakirina demokrasî û edaletê li Sûriyeyê.   Di vê dema nû de ya tê meraqkirin ew e ku rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çi be û li herêmê reform wê bi çi rengî pêk werin.