Rojava li berxwe dide: Em li dora destkeftiyên xwe bibin xeleka agir 2024-12-08 10:21:59     Derya Ren    RIHA – Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif der barê êrîşên hêzên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî bajarên Sûriye û Rojava de axivî, bal kişand ser banga seferberiyê ya QSD’ê û got, “Em li dora destkeftiyên xwe bibin xeleka agir. Ya ku wê me ji vê pêvajoyê derxîne, rêxistinbûna me û yekîtiya gelê me ye."   Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê di 26’ê Mijdarê de êrîşî bajarê Helebê yê Sûriyeyê kirin. Di encama vekişîna hikûmeta Şamê ya ji bajêr a bê pevçûn, hemû bajar ket bin kontrola HTŞ’ê. Piştî ku kontrola Helebê kete destê HTŞ’ê, komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî herêmên Şehba û Til Rifatê kirin. Piştî êrîşan bi deh hezaran kes ji herêmê derketin û berê xwe dan herêmên ewle yên di bin kontrola QSD’ê de.   Piştî Helebê, bajarê Hemayê ket bin kontrola HTŞ’ê, li Humsê jî şer û pevçûn didomin. Li aliyê din komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, ji êrîşên HTŞ’ê sûd werdigirin, li gelek herêmên di bin kontrola rêveberiya xweser de jî êrîşan pêk tînin. Di heman demê de Şam ket. Li hemberî êrîşên hêzên parastinê, rêveberiya xweser berxwedaneke mezin nîşan didin, êrîşên komên paramîlîter jî tên pûçkirin.   Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif têkildarî şerê ku li Sûriye û Rojava dîsa giran bûye ji ajansa me re nirxandin kir.    Şerê ku 13 sal in didome   Perwîn Yûsif diyar kir ku ev 13 sal in li Sûriyeyê şerekî mezin diqewime û destnîşan kir ku têkoşîna azadiya gelan jî heye. Perwîn Yûsif got, “Di qonaxên destpêkê de şerê azadiyê ku gel ji bo azadiya xwe li ber xwe da, dewam kir. Lê li hemberî vê yekê êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan jî pêş ket. Xwestin azadî û sîstema demokratîk serûbin bikin. Gelê Sûriyeyê di 13 salan de êş û bedelên mezin kişandin. Niha li Sûriyeyê şerekî mezin diqewime û ev şer şerê desthilatdariyê ye. Sîstema ku me li Rojava ava kir, li ser bingeha felsefeya gelan a azadî û netewa demokratîk pêş ket. Ev sîstem xwe dispêre derfeta ku mirov bi hev re azad bijîn. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya li Rojava ji şerên li Sûriyeyê diqewimin di rewşeke gelekî cuda de ye."   'Gel bi êrîşan re rû bi rû ma'   Perwîn Yûsif êrîşên HTŞ’ê û hêzên paramîlîter ên 26’ê Mijdarê bi bîr xist û got, “Ji ber ku hêza sîstemên heyî nemaye ku krîzan çareser bikin, bi xwedîkirina çeteyan li rêya derketina ji krîza heyî digerin. Dema em van hemûyan dişopînin, êdî hikûmeta Şamê ne di pozîsyona çareseriyê de ye. Hikûmeta Şamê ji herêmên ku êrîş lê pêk hatin vekişiya û gelê li wir bi êrîşan re rû bi rû ma. Dema ku çete ketin Şehba û Helebê rewşa kuştin, dîlgirtin û îşkenceyên curbecur pêş ket. Ji ber vê yekê me bi hêzên QSD’ê re gelek hewl da ku gelê xwe ji wan herêman derxînin. Ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelek diyalog hatin kirin. Ji ber ku Kurd bi sedsalan li wir dijîn. Û sîstemeke ku wan ava kirine heye û xebatên me ji bo parastina vê sîstemê berdewam dikin. "   'Hêzên me ewlehiyê diparêzin'   Perwîn Yûsif anî ziman ku kesên ji Şehbayê tên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pêşwazîkirin û wiha dewam kir: “Heta Tebqa û Reqayê jî gel pêşwazî li kesên ji Şehbayê tên dikin û malên xwe vedikin. Ji bo pêşwazîkirin û bicihkirina welatiyên ji Şehbayê tên xebatên mezin tên kirin. Wek PYD em jî li ser maseya krîzê ne. Hem ji bo parastina wan deveran hem jî ji bo pêşwazîkirin û bicihkirina xelkên ku ji wan deveran tên em xebatên xwe didomînin. Çeteyên ku ji kaosa heyî derfetan diafirînin, êrîşên mezin li ser Til Temir û Minbicê pêk tînin. Di heman demê de êrîşên li ser Kobanê jî didomin. Bi vê boneyê gelê me tevlî banga seferberiyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin dibe. Hemû bi hev re ax û destkeftiyên xwe diparêzin. Hêzên me li cihên ku hêzên rejîmê li pey xwe hiştine ewlehiyê pêk tînin."     Banga li 4 beşan   Hêzên YPG-YPJ û QSD’ê niha li Dêra Zorê parastina xwe dikin. Ji ber vê nakokiyê DAIŞ li hin cihan bi sûdwergirtina ji rewşê hewl dide xwe ji nû ve zindî bike. Banga me ji hemû gelê me re ev e: em hêzên xwe yên parastinê biparêzin. Pêvajo pêvajoyeke pir girîng e, em jî wek PYD di warê dîplomasî, civakî û leşkerî de beşdarî vê seferberiyê bûn. 4 parçe banga me ji bo gelê me yê li Kurdistanê û gelê me yê li Ewropayê dijîn: Em şoreşa Rojava û destkeftiyên wê biparêzin. Ev destkeftî bi bedelên mezin bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku divê piştgiriya kurdan di qonaxeke cuda de be.”   'Hemû hêzên ku li herêmê garantor in sûcdar in'   Perwîn Yûsif diyar kir ku armanca sereke ya êrîşên Tirkiyeyê hedefgirtina destkeftiyên Kurdan e û got, “Tirkiye dixwaze rêveberiya xweser ji aliyê van çete û ajanan ve, têk bibe. Dixwaze cihekî bê ewlekarî ava bike. Bi êrîşan re hewl tê dayin ku dîrokê serûbin bikin. Ev ne êrîşên asayî ne, hewl didin demografyaya herêmê biguherînin.Tirkiye xwedî bandoreke mezin li ser êrîşan e ku qonaxeke cuda bi dest bixin. Hemû hêzên ku li herêmê garantor in sûcdar in. Banga me ji bo gelê me ye ku di vê pêvajoyê de zêdetir bibin yek. Werin em li dora destkeftiyên xwe bibin xeleka agir. Ya ku wê me ji vê pêvajoyê derxîne, rêxistinbûna me û yekîtiya gelê me ye."