Ji KJAR'ê peyama 'Piştevaniya Rojava bikin' 2024-12-05 16:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR, li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka azadîxwaz ya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jinên têkoşer kir ku piştevaniya gelê berxwedêr bikin.   Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li dijî êriş û metirsiyên komên çeteyên dewleta Tirk li ser gel û xaka Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.   Daxuyaniya KJAR wiha ye:   “Ya ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime, berdewamiya şikestina siyaset û êrişên dewleta Tirk di salên dawî de ye. Armanca van êrişan berdewamkirina planên çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê ya ku temam nekiriye ku dixwaze nasname, îrade û destkeftiyên gelê Kurd tune bike.   KJAR di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û rola jinan di berxwedanê de û destnîşan kir ku ji ber şêwaza Rêveberiya Xweser li Rojava  ji bo cîhanê bûye mînak, ji ber vê jî hewla tunekirina wê tê dayîn.   Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka azadîxwaz ya Îranê, Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jinên têkoşer kir ku dengê xebat û berxwedana radîkal ya Rojava, Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibihîsin piştevaniya xwe xurt bikin.