Li Meclîsê pêşangeha nelirêtiyên qeyûman 2024-12-05 14:58:20     ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê pêşangeheke deyn û nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin vekirin.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û gelek parlamenteran, têkildarî deyn û nelirêtiyên qeyûman li Meclisê pêşangeh vekirin û ev sûc teşhîr kirin.    Di pêşangehê de wêneyên hevşaredarên jin ên ji peywirê hatine girtin û deyn û nelirêtiyên qeyûman hatin pêşandan. Li gel vê, dovîzên têkildarî rakirina tabelayên bi kurdî û dovîzên berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman vedibêjin hatin bicihkirin.    Dovîzên weke “Hevserokatî xeta me ya binevş e”, “Na ji qeyûm re” û “Qeyûm derbe ye” li pêşangehê danîn. Parlamenteran gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Na ji şer re, em mecbûrî qeyûman nînin” berz kirin.    Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku bi tayînkirina qeyûman re Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Bîra me nîşanî me dide ku ji dîrokê ve ye li dijî kurdan hiqûqeke îstîsnaî di meriyetê de ye. Em dewlet û îktîdareke ku hemwelatiya kurdan û mafên wan ên bijartin û hilbijartinê tune dihesibîne re rû bi rû ne.”     Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û wiha got: “Qeyûm rewa nînin û derbe ye, bêhiqûqtî ye, xespkirina îradeyê ye. Niyeta AKP’ê heye ku li bajarên din jî qeyûman tayîn bike. Em ê heta dawiyê xwedî li deng û îradeya gelê xwe derkevin, qeyûman li her derê teşhîr bikin.”    Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser pêşniyarqanûna 10 partiyên siyasî ya ji bo pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman û bang li AKP-MHP’ê kir ku bikevin nava tevgerê. Gulistan Kiliç Koçyîgît her wiha bang li Serokê Meclisê Nûman Kurtulmş kir ku di çarçoveya pêşniyarqanûnê de bikeve nava hewldanan.