ROJEVA 05'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-05 09:00:00     * Dayikên Aştiyê derbarê êrişên li hember Rojava de axivîn û gotin: “Tirkiye di vî şerî de heye. Em şer şermezar dikin. Ger şer dixwazin bila li ser axa xwe şer bikin. Ew bixwe nikarin bikin piştgiriyê didin DAIŞ’ê. Em dayik berxwedana Rojava pîroz dikin.” BI DÎMEN    * Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra û rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê Anne Kulseng Berg ku bi daxwaza bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan, diyar kirin ku rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de girîng e û peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan çi hewce bike wê bikin dan. BI DÎMEN    * Gelê ku tayînirina qeyûm a ji bo şaredariya Mîksê qebûl nake, li ber barîkatên polîsan yên ber şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkirin. Jinan bertek nîşanê qeyûman dan û gotin: “Heta talana qeyûman neqede wê têkoşîna me bidome. Tu aliyê hiqûqî yê qeyûman tune ye. Ev bêtehemuliya li hember girtina 14 şaredariyan e.” BI DÎMEN    *Jinên berxwedêr ên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê dan zanîn ku sîstema şerê gelê şoreşgerî bû sedem ku ew di encama şerê sala 2016'an de bi ser bikevin û gotin îro dîsa ew sîstem tê meşandin. BI DÎMEN