Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan 2024-12-03 12:46:31     DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan li ser îtîraza parêzeran, hate berdan.    Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, hate berdan. Bîrsen Orhan, di 24’ê mijdarê de hatibû binçavkirin û bi şertê “hefsa malê” hatibû berdan. Bîrsen Orhan piştre jî di 30’ê mijdarê de bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatibû girtin.    Parêzerên Bîrsen Orhan li dijî biryarê îtîraz kirin û îtîraz ji hêla dadgehê ve hate qebûlkirin. Bîrsen Orhan, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Tê payin ku Bîrsen Orhan bê avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê.