Bi sedan koçber gihaştin Reqayê 2024-12-03 12:03:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan malbatên koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê gihaştin Reqayê.   Vê sibehê bi sedan malbatên koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn- Şehbayê gihaştin kantona Reqayê. Koçber li navendên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, hatine bicihkirin.   Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê di 2'yê Kanûnê de ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê cih amade kirin.   Di çarçoveya amadekariyan de 10 dibistan hatin amadekirin û li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê çadir hatine danîn. Li van cihan pêwîstiyên germkirin, xwarin û vexwarin û tenduristî hatine bicihkirin.   Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran a Kantona Reqayê Minewer El Macid diyar kir ku Maseya Krîzê tevahî pêwîstiyên şêniyên ji Heleb û Şehbayê tên bi cih tîne û tevahî sazî jî di seferberiyê de ne. Minewer El Macid ji ajansa ANHA'yê re axivî û got: "Li Reqayê 10 çadirên mezin, tevî holekê û 10 dibistan bi xwarin, vexwarin û cih hatine amadekirin."   Şêniyên kantona Reqayê jî jî alîkariya koçberan dike.   Minewer El Macid têkildarî alîkariyên ku şênî pêşkêş dikin jî got "Ev ne cara yekemîn e ku xelkê Reqayê alîkariyê didin. Beriya niha alîkarî da çi kesên ku hatine Reqayê."