EŞÎK li Mêrdînê ye: Em ê şoreşa Rojava li her derê mezin bikin 2024-12-02 14:28:48   MÊRDÎN - Platforma EŞÎK'ê ku li Mêrdînê li dijî qeyûmê hat tayînkirin meş pêk anî, diyar kir ku şaredariyên wekhevîparêz rê li ber modela "serê malbatê" digirin. Di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partiyê  Salîha Aydenîz bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got, "Em jin em ê bên gel hev û demokrasî, wekhevî û şoreşa Rojava li her derê biparêzin."    Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî  qeyûmê tayînî şaredariya Mêrdînê hat kirin, ji Şelç heta şaredariyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Hûn nikarin li ser jiyana me, mafên me, xeyalên me qeyûman tayîn bikin" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" gelek caran hat berzkirin. Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, parlamenter Salîha Aydenîz, Tevgêra Jinen Azad (TJA), siyasetmedar Çaglar Demîrel, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî meşê bûn.    Jên ku hatin ber şaredariyê li wir daxuyanî dan çapemeniyê.    Devrîm Demîr: Dê têkoşîna me bidome    Hevşaredar Devrîm Demîr a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin ku destpêkê li vir axivî, diyar kir ku hevgirtina jinan hêzeke mezin e. Devrîm Demîr got, “Têkoşîna me ya ji bo nasnameya xwe wê bidome. Zêdeyî mehek derbas nebû, îmhakirina xebatên jinan ji aliyê qeyûm ve dest pê kir. Projeyên me yên ji bo jinan û hemû projeyên me yên 25’ê Mijdarê rawestandin. Her roj jin tên qetilkirin, em zîhniyeta wan kesên ku ji bo pêşî li qetilkirina jinan vekin projeyên me disekinin dizanin. Em dizanin zîhniyeta yên ku naxwazin jin di nava civakê û şaredariyê de bi dengekî bilind biaxivin ji ku tê. Têkoşîna ku em bi sedsalan li dijî vê zîhniyetê didin meşandin wê bidome. Çawa ku bi salan e me serî netewand, em ê niha jî serî netewînin.    Dê winda bikin   Helbet hedefa siyaseta qeyûman pergala hevserokatiyê ye. Sîstema hevserokatiyê ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên wekheviyê di temsîlkirin û tayînkirinê de ye, weke hêmaneke girîng a armanca tecrîdkirina jinê ji jiyana giştî tê hedefgirtin. Înîsiyatîfa girtina kreşên şaredariyê bi rastî jî beşek ji heman armancê ye. Polîtîkayên wesayetê, mîna her gava paşveavêtinê bi mebesta girtina jinê di rola kedkara malbatê ya bê heqdest de, desteserkirina maf û îradeyê ye. Lê yên ku difikirîn niha bi ser ketine, dê wekî hemû dagirkeran winda bikin.  Em ji vir careke din bang li we dikin. Hûn ê nikaribin li ser jiyana me, mafên me, xewnên me qeyûman tayîn bikin."   'Êrîşî jin û Kurdan dikin'    Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz mafê axaftinê girt. Salîha Aydenîz wiha got: “Ev hevgirtin çiqasî hêzê dide me, ev sîstem ji jinên li kêleka hev ditirse. Weke jinên Mêrdînê pir bi qîmet e ku Platforma EŞÎK’ê bi me re ye û behsa qeyûman dike. Pergal ji yekitiya jinê ditirse û ji ber vê jî herî zêde tundî û zextan li ser jinan dike. qeyûm darbeyek e û derbeyek li destkeftiyên jinan e. Di hemû rewşan de yekane armanca qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan bû.  Kayyum di rastiya xwe de derbeyek li azadiya jinê ye û êrîşî jin û Kurdan dikin."   Salîha Aydenîz anî ziman ku li aliyekê bi darbeyên leşkerî polîtîkayên sedsalî hatin meşandin, li aliyê din jî ‘destê aştiyê’ dirêj kirine û got, “Li aliyekî hûn ê destê xwe dirêjî aştiyê bikin û ji aliyê din ve jî hûn ê li Mêrdîn, Xelfetî, Êlih, Miks û Esenyurtê qeyûm tayîn bikin. Li aliyê din hûn ê êrîşî şoreşa jinê ya ku li Rojava mezin dibe, bikin û bingehê êrîşê biafirînin. Em baş dizanin ku çawa DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Rojava û Rojhilata Navîn jin qetil kir, îro jî êrîş li ser şoreşa jinan a Rojava tê kirin. Derbeya qeyûman û operasyonên siyasî yên li vir hatin kirin, ji êrîşên îro yên li dijî Rojava ne cuda ne. Heman siyaset e, heman dijminatî ye. Fermana êrîşên li ser Rojava û tayînkirina qeyûman jî heman zîhniyetê daye. Çawa ku şoreşa jinê ya Rojava jiyana civakî ava dike, em ê jî hemû destkeftiyên xwe berfirehtir bikin. Êdî bi fen û fûtên biçûk nikarin gelê Kurd, jinan û gelên Tirkiyeyê bixapînin. Em baş dizanin ku polîtîkayên şer dibin sedema gelek qeyranan. Divê saziyên navneteweyî û yên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."