DFG’ê: 40 rojnamevan girtî ne 2024-12-02 13:27:48     AMED -Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat gotin ku 3 rojnamevan hatine girtin, hejmara rojnamevanên girtî bû 40 û 21 rojnamevan jî hatin binçavkirin.   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên Rojnamevanan a meha Mijdarê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin tayînkirin, zext û binpêkirina maf ên li dijî rojnamevanan di meha Mijdarê de zêde bûye. Hat diyarkirin ku di çalakiyên li dijî qeyûman de li gelek rojnamevanan êrîş hatine kirin û rojnamevan ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin.   ‘21 rojnamevan hatin binçavkirin’   Di raporê de hat diyarkirin ku piranî rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û hat gotin ku tenê di meha Mijdarê de 21 rojnamevan hat binçavkirin.   "40 rojnamevan girtî ne"   Di raporê de hat diyar kirin ku hejmara rojnamevanên girtî bû 40.