Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş 2024-10-16 21:24:32   WAN - Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş ya ku winda bibû 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin de daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Ev pergal jinan naparêze. Ji ber dixwazin pergala mêr ya li ser jiyana jinan ava dikin, li ser piya bihêlin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Jinan a Wanê der barê xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin de ji Aydin Perîhan AVM heta Kent Meydani meş pêk anîn û daxuyanî dan. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin û barîkatên polîsan  hilweşandin.   Jinên gihiştin qadê daxuyanî dan. Li ser navê jinan endama Komeleya Jinan a STAR Zeynep Tagtekîn daxuyanî xwend.   Zeynepê da zanîn ku welat bûye goristana jin û zarokan û wiha vegot: “Rojîn ji bo jiyaneke hîn baştir hat zanîngehê û li vî bajarî di 27’ê îlonê de winda bû.  Rojîn li perava kampusê winda bû. Roja piştî windabûnê li ser israra STK û jinan  lêgerîn hat destpêkirin. Me jinan got ‘lêpirsîna bi bandor tê meşandin an na?’ Ji ber mînakên Gulîstan Doku, Narînê hebûn. Îro jin bi hevkariya îhmalkariya dewlet, mêr, daraz û hêzên ewlehiyê tên qetilkirin.”   ‘Têkoşîna jinê dide jiyîn’   Zeynepê her wiha destnîşan kir ku parastina jinan ne mijareke ji kêfa hêzên ewlehiyê re bê hiştinê ye û wiha dawî lê anî: “Ji ber polîtîkayên bêcezahiştina gumanbaran pêşî li qetilkirina jinan nayê girtin. Gumanbar bi cezayên wek xelat tên xelatkirin. Peymanên navnetweyî tune tên hesibandin. Qetilkirina jinan ne qedera vê erdnîgariyê ye. Divê mafê jiyana jinan wek mijarek polîtîk bê qebûlkirin. Em ê pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat? Çi bi Rojîn Kabaîş hat? Bipirsin. Têkoşîna jinê dide jiyîn.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.