'Divê em ji bo girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin' 2024-10-16 09:04:14     WAN - Aktîvîsta TJA’yê Edîbe Babur der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan pêk tên de axivî û got: “Girtîgeh veguherîne goristanê. Li dijî cenazeyên ji girtîgehan dertên divê gel rabin ser piyan. Divê hemû Kurdistan li dijî vê çalakiyan bide destpêkirin.”   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexwe hene. Bi sedan girtî tevî nexweşiyên giran nayên dermankirin, daxwaza wan a tahliyekirinê nayê bersivandin. Girtiyê nexweş bi kelepçeyan tên dermankirin û yên vê red dikin jî nabin nexweşxaneyê. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran dibe.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Edîbe Babur, balkişand ser cenazeyên ji girtîgehan tên û rewşa girtiyên nexweş.   ‘Girtîgeh veguherin goristanan’   Edîbeyê da zanîn ku di encama polîtîkayên AKP-MHP’ê de girtîgeh veguherîne goristanê û wiha got: “Hevalekî me yê din jiyana xwe ji dest da.  Abdulkadîr Kuday rewşa wî giran bû. Me jî dizanibû ku demek kurt maye. Polîtîkayên qirêj li ser ciwanên me nexweşên me dimeşînin. Piştî jiyana xwe ji dest didin cenazeyên wan ji girtîgehan dertên. Ev li cîhanê jî li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî sûc e.”   ‘Ev ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e’   Edîbeyê wiha bi lêv kir: “Li girtîgehan sûcên mezin li hember Kurdan tên kirin.  Girtiyên 30 salin girtî ne hene.Ew mirov ji ber şertên giran yên girtîgehan nexweş dikevin. Daxwaza wan ya çûyîna nexweşxaneyê tê redkirin. Ji ber vê girtî bi nexweşiyên giran dikevin. Ev ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e.”   ‘Em jî di girtîgeha vekirî de ne’   Edîbeyê balkişand ser polîtîka tecrîdê û wiha vegot: “Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye û wê tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye. Em wek civak li derve weke ku di girtîgeha vekirî de bin. 43 mehe in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Lê fikr û paradîgma Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye. Sedema tecrîdê jî ev e. Mirinên li girtîgehan nayên qebûlkirin. Divê her kes li dijî van mirinan dengê xwe bilind bike. Hemû kesên xwedî wijdan, li alî aştiyê divê bêdeng nemînin.”   ‘Divê em dengê xwe bilind bikin’   Edîbeyê wiha dirêjî dayê: “Ez bang li hemû kesî dikim li dijî tecrîdê bê deng nemînin. Li girtîgehan li dora hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Divê girtî demildest bên berdan. Divê di şertên baş de bên dermankirin. Hemû kes divê li dijî vê rabin ser piyan. Ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin divê hemû gel rabin ser piyan. Divê gelê Kurd çalakiyan bide destpêkirin. Divê em ji bo demokrasiyê bibin yek û rabin ser piyan. Divê em kolan bi kolan derî bi derî ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan xebatan bimeşînin. Divê em ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan rabin ser piyan.”