Ji Stenbolê bang kirin: Dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin 2024-10-13 17:48:56   STENBOL- Rêxistina  DEM Partî ya Stenbolê ji bo piştgiriya mîtînga Amedê daxuyanî da û wiha hate gotin: “We duh behsa aştî û çareseriyê dikir. Lê îro hûn mîtîngê qedexe dikin. Dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) ya Stenbolê bi armanca piştgiriya ‘mîtînga azadiyê’ ya Amedê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber DEM Partî ya Kadikoyê hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, hevserokê DEM Partiya Stenbolê Murat Kalmaz, Dayikên aştiyê, nûnerên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek welatî tevli  bûn. Welatiyan bê navber dirûşmeyên ‘bijî bexwedana zindanan’ ‘her der Amed her der berxwedan’ berzkirin.   ‘Em îradeya Amedê silav dikin’   Hevserokê DEM Partî ya Stenbolê Murat Kalmaz axivî û diyar kir ku ew welatiyên li Amedê hatine gel hev silav dikin û wiha got: “Tevî astengiyan hevalên me gihiştin amedê. 43 mehe tu agahî ji Abdullah Oalan nayê girtin. Gelê Kurd helwesta xwe li alî demokrasiyê nîşandaye. We duh behsa aştî û çareseriyê dikir îro hûn mîtîngê qedexe dikin. Dawî li tecrîdê bînin. Hûn destura bingehîn binpê dikin. Em îradeya li  Amedê silav dikin.”   Hîna daxuyanî berdewam dikir polîsan êrîşê girseyê kir û gelek kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin nayê zanîn birine ku derê.   Kesên hatin binçavkirin wiha:   Fînce Akman, Murat Kalmaz, Nurten Varlik, Songul, Şahîn, Rojda Yilmaz, Abdullah Arinan, Mehmet Onal, Lutfu Aktaş, Îrfan Kaya, Sînan Ozyolcu, Resime Karabaş, Remzi Yildiz , Resul Aslan, Selvi Kalir, Raif Guzel, Unal Yusufoglu , Besra Îşsever, Suat Yildiz, Nihat Buzkuş, Îlhan Çelîk, Salîh Tunali, Metîn Tîlkî, Mehmet Aydemîr, Selami Karagoz û Cemîl Hanoglu.