ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-13 09:00:00     * Şehrîban Mamuk a li Wanê bi îşkenceyê hat binçavkirin û bi keça xwe ya 4 salî re girtî ma, di encama îşkenceya giran de li ser mêjiyê wê leke çêbû, çengeya wê xwar bû û dermanên ku dîroka wan derbas bibûn dan keça wê. Şehrîbanê da zanîn ku ev têkoşîneke pîroz e û got li ku dibe bila bibe divê mafên xwe biparêze û têkoşîn bê meşandin. BI DÎMEN    * Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê polîtîkayên tecrîdê yên li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û da zanîn ku 26 sale pergala tecrîdê gav bi gav tê pêşxistin û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Li wir berxwedanek heye. Divê ev bê dîtin.” BI DÎMEN