Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Dawî li kuştina zarokan bînin 2024-10-12 14:52:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sterk a Şopandin Parastina Mafên Zarokan êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Minbicê û gundewarê wê şermezar kir û bang kesên pêwendîdar kir ku dawî li kuştina zarokan bînin.   Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan têkildarî qetilkirina zarokan di encama êrişên dewleta Tirk de li dibistana Şehîd Mistefa Gulo a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.   Daxiyanî ji aliyê şagirtên dibistana seretayî ve bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin.   Di daxuyniyê de wiha hat gotin:    “Di hemû êrişên ku li cîhanê tên pêkanîn de piranî zarok dibin qurbanî û bi taybet di êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin de ji sedî 80 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku zarok rojane rastî tundî, lêdan û tecawiz tên.   Di 10’ê Cotmeha 2024‘an de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Tehna ya mezin ya girêdayî Minbicê de 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndarin. Ev bûyer ne bûyera yekem e ya ku li herêmên me têne kirin û zarok dibin qurbaniyên van êrişan rojane û bûyerên wisa.    Bi navê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan û bi navê hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hemû hêzên navnetewî dikin kû li ser erka xwe bisekinin û hemû zarokên cîhanê biparêzin û soza xwe pêk bînin. Her wiha êrişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin, bidin sekinandin.”