Ji OGK'ê li dijî qirkirina jinan çalakî 2024-10-10 15:36:57     STENBOL - OGK'ê li dijî qirkirina jinan û tundiyê çalakî li dar xist û got, "Em qebûl nakirin ku qetilkirina jinan ji rêzê bê kiirn."   Jina Azad a Ciwan (OGK), li dijî tundiya mêr ku her diçe zêde dibe û qirkirina jinan li Yenîkapi li Metroya Haciosman çalakiya dengderxistinê li dar xist.    Di çalakiyê de wiha hat gotn,"Em bi rojan e li nûçeyên qetilkirina jin û zarokan temaşe dikin. Em hemû bi hêrs in. Em qebûl nakin ku kuştina jinan ji rêzê bê kirin."   Welatiyên li derdorê jî piştgirî dan çalakiyê.