Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin 2024-10-10 14:37:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û hate gotin ku heta faîl tên darizandin dê têkoşîn were domandin.    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gara Trenê ya Enqereyê li dijî Mitînga Aştiyê êrişa bombeyî kir û di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Bi boneya 9’emîn salvegera komkujiyê, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatinl lidarxistin.    Îzmîr   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya Aştiyê ya Alsancakê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta “Me Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “ Em ê teslîmî tarîtiyê nebin”, “Şehîdên şoreşê nemirin” û hwd. hatin berzkirin. Li dora Bîrdariya Aştiyê wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin bicihkirin.    Ji rêveberên Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiliç di bîranînê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya Komkujiya 10’ê Cotmehê de AKP qels bûbû û îktîdara siyasî nekarî di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi ser keve. Îktîdarê, bingeha hilbijartineke ku bikare bi ser keve amade dikir.” Dalkiliç, komkujiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin bi bîr xist û got ku piştî îktîdar di hilbijartinên mijdara 2015’an de bi ser ketî, êdî teqîn û komkujî jî nehatin çênebûn.    Girse piştre jî çû serdana gorên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin.    Amed    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî bi heman boneyê çalakî li dar xistin. Endamên platformê ji ewil çûn serdana gora Abdullah Erol a li Goristana Yenîkoyê ku di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Faruk Ercan di bîranînê de got ku ew ê qurbaniyan ji bîr nekin û têkoşîna wan dê rêya wan ronî bike. Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Erol.    Endamên platformê piştre jî çûn serdana gora Feyat Denîz a li Goristana Şehîtlîkê ya li navçeya Bajarê Nû. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Amedê Saliha  Zorlu jî li vir axivî û got ku heta faîlên komkujiyê û hêzên li pişt wan tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.     Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz. Di bîranînê de ji bo daxuyaniya ku dê saet di 17.00’ê de li Parka Rojava were kirin banga tevlibûnê hate kirin.    Di heman demê de li Stenbol, Edene û Êlihê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Her wiha komkujî hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: “Bîranîna we dê têkoşîna me ronî bike.”